Rageşiya di navbera Çîn û Fîlîpînê de zêde dibe

Rageşiya di navbera Çîn û Fîlîpînê de ya li ser Behra Çînê ya Başûr her ku diçe zêde dibe. Her du welat dubare hevûdu sûcdar dikin.

Roja şemiyê hêzên ewlehiyê yên Çînê bi ava pestlêhatîkirî, zirar dabû keştiyeke Fîlîpînê û vê yekê rê li ber pevçûnê vekir û di encama vê bûyerê de sê leşkerên Fîlîpînê birindar bûn.

Serokê Fîlîpînê Ferdînand Marcos roja Pêncşemê daxuyaniyek da û got: "Em naxwazin bi tu neteweyan re pev biçin, lê belê em ê nahêlin ku kesek me bêdeng bindest û kole bike."

Çînê jî Fîlîpîn, bi provakasyonan tawanbar kir û provakasyonên Fîlîpînê weke sedema zêdebûna rageşiya di navbera her du welatan de pênase kir.
 
Wezareta Karên Derve ya Çînê jî daxuyaniyek da û got: ‘’Provakasyonên Fîlîpînê, rasterast dibim sedem ku gelemşeyên li ser Behra Çînê ya Başûr zêde bibin. Dewleta Çînê wê destûrê nede ku Fîlîpîn li gorî xwe tevbigere û Çîn wê bi awayekî xurt bersivê bide.’’

Çîn tevî biryara dadgeha navneteweyî di sala 2016’an de jî, li gel giravên nêzî peravên gelek welatên cîranê wê jî îdîa dike ku hemû Behra Çînê ya Başûr a dewleta Çînê ye.