Li Brezîlyayê ji ber ba û bahozê herî kêm 12 kes mirin

Li başûrrojhilatê Brezîlyayê ji ber bahozê herî kêm 12 kesan jiyana xwe ji dest dan. Bahozê bi taybetî bandoreke giran li eyaleta Rîo de Janeîro kir.

Li eyaleta Rîo de Janeîro, ji şeva Înê û vir ve ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê li bajarokên Petropolîs, Teresopolîs, Santa Crûz da Serra û Arraîal do Cabo bi giştî 8 kes mirin. Her wiha li eyaleta Espîrîto Santo jî 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, 7 kes jî winda ne.

Serokdewletê Brezîlyayê Lûîz Înacîo Lûla da Sîlva anî ziman ku ji ber bahozê bi hezaran kes bê cih û war mane û got, "Trajediyên bi vî rengî bi guhertina avhewayê re zêde bûne."

Waliyê eyaleta Espîrîto Santo Renato Casagrande anî ziman ku li bajarokê Mîmoso do Sûl ê li bakurê Rîoyê rewşeke 'kaotîk' heye û got, hejmara qurbaniyên vê yekê hînê nehatiye tespîtkirin.

Dîmenê taxên di binê avê de mane ku ji hewayê hate kişandin, asta felaketê radixe pêş çavan. Tîmên rizgarkirinê li binê barana zêde û rîska şemitîna erdê li bajarokê Petropolîsê bênavber kar dikin.