Di êrîşa Moskowê de herî kêm 133 hatin kuştin

Hejmara kesên kuîdi êrişa li dijî salona konserê ya li paytexta Rûsyayê Moskowê de jiyana xwe ji dest dan, gihaşt 133'yan.

ÊRÎŞA MOSKOWÊ

Hejmara kesên di êrîşa li Moskowa ya paytexta Rûsyayê de jiyana xwe ji dest dan derket 133 kesan. Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn di daxuyaniya xwe ya îro de got ku hemû êrîşkar hatin girtin. 

Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari û Tûncer Bakirhan ev tişt parve kirin: "Em êrîşa li Rûsyayê ya li dijî sivîlan ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hat kirin, bi tundî şermezar dikin. Em sersaxiyê û sebrê ji xizmên wan re û ji gelê Rûsyayê re dixwazin. Em bang li her kesî dikin ku li hemberî êrîşên derve û DAÎŞ’ê têkoşîna hevpar bimeşînin. Aştî û aramî ji bo gelên cîhanê tenê bi diyalogê dikare pêk were. Hêzên ku dixwazin li hemberî Kurdên Rojava DAÎŞ’ê bi kar bînin an ji wan re qadên fireh çêdikin li hember van êrîşan berpirsiyar in. Em vê yekê bi vê boneyê dîsa bi bîr tînin.”