NÛ BÛ

Li Helebê êrîşa Îsraîlê: Herî kêm 42 leşkerên Şamê mirin

Hat ragihandin ku di êrîşa Îsraîlê ya li nêzî Helebê de herî kêm 42 leşkerên Şamê û endamên Hîzbûllahê mirin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), roja Îniyê depoyeke çekan a Hîzbullaha Lubnanî li herêma Cibrîn a nêzî balafirgeha navneteweyî ya Helebê û kargehên parastinê yên li Sifîrayê ji aliyê Îsraîlê ve hatine hedefgirtin.

SOHR’ê ragihand ku di bombebaranê de herî kêm 36 leşkerên hikumeta Şamê û 6 endamên Hîzbûllahê hatine kuştin û bi dehan birîndar bûne.

Li gorî çavkaniyeke leşkerî yê ji ajansa nûçeyan a hikûmeta Şamê Sana’yê re ragihandiye, di êrîşan de “gelek sivîl û leşker mirine û birîndar bûne”. Heman çavkaniyê wiha got: “Dijmin Îsraîl li Athriya ya li başûrê rojhilatê Helebê êrîşên hewayî li dijî gelek cihan pêk aniye.”

Li gorî SOHR’ê febrîqeyên ayîdê Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ku li Safîra ya nêzî Helebê ye û niha di bin kontrola komên alîgirên Îranê de ne, hatin hedefgirtin.

Li gorî Sana’yê roja Pêncşemê jî di êrîşa hewayî ya li ser taxên derve yên Şamê de, du sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Ji vê êrîşê Îsraîl berpirsyar hate nîşandan. Cihê ku hatî hedefgirtin weke kelha komên alîgirên Îranê yên li Sûriyeyê, herêma Sayyîda Zeyneb tê qebûlkirin.

Îsraîlê 19’ê Adarê li taxên derve yên Şamê depoyên çekan ên ayîdê Hîzbûllahê hedef girtibû.

Di meha Adarê de artêşa Îsraîlê ragihandibû ku ji dema şerê li Xezeyê destpê kirî û vir ve, li Lubnan û Sûriyeyê “zêdeyî 1.200” êrîşên hewayî pêk aniye û li “qasî 4.500 nuqteyên Hîbûllahê” xistiye.