Îran: Me peyameke girîng ji DYE'yê re şand!

Hikumeta Îranê piştî êrîşa roja Duşemê ya li ser avahiya Konsolosxaneya li Şamê ku ji aliyê Îsraîlê ve hate kirin, diyar kir ku wan 'peyameke girîng' ji DYE'yê re şandine.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Emîr-Abdullahiyan diyar kir ku ev peyaman ku naveroka wê nehate eşkerekirin, di dema civîneke li Wezareta Karên Derve de ji 'rayedarekî li sefaretxaneya bilind a Swîsreyê' re hatiye şandin ku berjewendiyên Emerîkayê yên li Îranê temsîl dike.

Wezîr got, "Di civînê de asta terorîst a êrîşê, sûcên rejîma Îranê hatin vegotin û berpirsyariya hikumeta Emerîkayê hate destnîşankirin."

Wezîrê Karên Derve got, "Peyameke girîng ji hikumeta Emerîkayê re hate şandin ku piştevanê rejîma Siyonîst e. Divê Emerîka berpirsyar bê dîtin."

Îran bi Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê yan jî Îsraîlê re xwedî têkiliyeke dîplomatîk nîne.

Di êrîşa li ser beşeke ji Konsolosxaneya Sefaretxaneya Bilind a Îranê ya li Şamê de ku berpirsyariya wê Îsraîlê li xwe girt, 2 jê fermandar 7 parêzvanên şoreşê yên Îranê jî di nav de 11 kes mirin.

Tehranê li hemberî vê êrîşa li ser avahiyeke dîplomatîk a Îranê ya li Sûriyeyê soza bersivdanê da.