Şerê Xezeyê: 600 leşkerên Îsraîlê mirin

Artêşa Îsraîlê ragihand ku ji 7’ê Cotmehê vê 600 leşkerên wan mirin e.

ŞERÊ LI XEZEYÊ

Piştî êrîşa ku Hamasê di 7’ê Cotmehê de li dijî xaka Îsraîlê pêk anî, Îsraîlê şerekî hilweşîner da destpêkirin. Di êrîşa Hamasê de piranî jê sivîl derdora 1160 Îsraîlî mirin. Di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê de, heta niha nêzî 33 hezar Fîlîstînî hatine kuştin.

Artêşa Îsraîlê roja Duşemê daxuyaniyek da û ragihand ku ji 7’ê Cotmehê ve li Xezeyê 600 leşkerên Îsraîlê mirine.

Ji 600 leşkeran herî kêm 256 leşker, ji 27’ê Cotmehê ku tevgera bejahî destpê kir û vir ve, li Xezeyê hatin kuştin. Leşkerên din di êrîşên 7’ê Cotmehê de mirin.

Her wiha li gorî artêşa Îsraîlê ji tevgera bejahî destpê kirî û vir ve, li ser xaka Fîlîstînê zêdeyî 1.523 leşker birîndar bûn.