CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Çînê hejmara qurbaniyên hilweşîna rê bû 36 kes
Li başûrê Çînê hejmara mirovên ku ji ber hilweşîna rê jiyana xwe ji dest dan bû 36 kes. -
Kolombiya têkiliyên xwe yên dîplomatîk ên bi Îsraîlê re birî
Serokdewletê Kolombiyayê Gustavo Petro, helwesta "qirkirinê" ya hikûmeta bi seroktiya Binyamîn Netanyahû şermezar kir û ragihand ku ew têkiliyên xwe yên dîplomatîk ên bi Îsraîlê re dibirin. Îsraîl bi hêrs bû, lê Hamas kêfxweş e. -
Li Çînê baranên zêde: Otoban hilweşiya û herî kêm 24 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li bajarê Gûangdong ê li başûrê Çînê ji ber barana zêde beşeke otobanekê hilweşiya û herî kêm 24 kesan jiyana ji dest dan. -
Li Efganîstanê di mizgeftekê de 6 sivîl hatin qetilkirin
Li eyaleta Herat a Ffganîstanê di mizgeftekê de kesek bi çek 6 kes qetilkirin û yek jî birîndar kir. -
Li Kenyayê bendav teqiya: Herî kêm 42 kes mirin
Li paytexta Kenya Naîrobiyê bendavek teqiya. Di encamê de herî kêm 42 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Li DYE’yê bi dehan bablîsok pêk hatin: Herî kêm 5 kes mirin
Ji ber bablîsokên ku li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê pêk hatin, herî kêm 5 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Jina Fransî ya ku keça Êzidî kiribû kole, bi sûcê 'jenosîdê' tê darizandin
Welatiyeka Fransî dema li Sûriyê bû keçeke Êzidî kiribû kole, li Fransayê bi sûcdariya li dijî mirovahiyê û jenosîdê hat tawanbarkirin. -
Îranê cureyekî nû ya balafirên keşfê yên kamîkaze danasîn
Hêzên Parastina Şoreşê yên Îranê cureyekî nû yê balafirên keşfê yên kamîkaze danasîn. -
Bi hezaran kesan piştgirî dan Sanchez ê ku difikire îstîfa bike
Bi hezaran piştevanên Partiya Sosyalîst a Spanyayê roja Şemiyê daketin qadan û bang li Serokwezîr Pedro Sanchez kirin ku dest ji biryara xwe ya îstîfayê berde. -
Şî Cînpîng: Divê Çîn û DYE bibin hevkar, ne hevrik
Serokkomarê Çînê Şî Cînpîng, di hevdîtina li gel Wezîrê Karên Derve yê DYE’yê Antony Blînken de anî ziman ku her du welat tevî ku 'gelek pirsgirêk hene jî' divê 'bibin hevkar, ne hevrik.' -
Li Hindistanê hilbijartina giştî dewam dike
Qonaxa duyemîn a hilbijartinên giştî yên li Hindistanê roja Înê destpê kir. Di bin germa zêde de bi milyonan kes dengê xwe bi kar tînin. -
Qirkirina Ermeniyan: Li Erîvanê merasîma bîranînê
Di salvegera 109’an a Qirkirina Ermeniyan de, li paytexta Ermenistan Erîvanê merasîmeke bîranînê ya bi heybet hate lidarxistin. -
Îranê hebûna xwe ya leşkerî ya li Sûriyeyê kêm kir
Çavkaniyekî nêzîkî Hizbullaha Libnanî û Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihandin ku Îrana her ku diçe rû bi rûyê êrîşên Îsraîlê dimîne, hebûna xwe ya leşkerî ya li Sûriyeyê kêm dike. -
Li peravên Cîbûtî keştiya koçberan noqî avê bû: 16 kes mirin û 28 kes wenda ne
Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) roja Sêşemê ragihand ku ji ber binavbûna keştiyeke koçberan li peravên Cîbûtî herî kêm 16 koçberan jiyana xwe ji dest dane. -
Li Çînê ji ber barana zêde alarm hate dayin
Li bajarê Gûangdongê yê Çînê ku navenda hilberînê ye, ji ber barana zêde alarma sor hate dayin. -
Çekên teqîner di sala 2023’yan rê li ber zirareke mezin vekir!
Handicap International daxuyand ku çekên teqîner di sala 2023’yan de zirareke “mînaka wê nayê dîtin” da sivîlan. -
Polonya amade ye ku malûvaniyê ji çekên nukleer re bike!
Polonyayê ragihand ku ew li dijî “gefa Rûs” amade ye ku malûvaniyê ji çekên nukleer re bike. -
Koreya Bakur ber bi Derya Japon ve fuzeyeke balîstîk avêt
Artêşa Koreya Başûr ragihand ku Koreya Bakur fuzeyeke balîstîk ber bi Derya Japon ve avêtiye. -
Li Çînê lehî rabû: 11 kes winda bûn, bi deh hezaran kes hatin tehliyekirin
Li başûrê Çînê ji ber barana zêde lehî rabû. Herî kêm 11 kes winda bûn û bi deh hezaran kes hatin tehliyekirin. -
Serokkomarê Îranê wê serdana Pakistanê bike
Hikûmeta Pakistanê ragihand ku Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî wê ji roja Duşemê heta Çarşemê serdana Pakistanê bike. -
Tevgera Têkoşîna Îslamî ya Iraqê li Îsraîlê xist
Tevgera Têkoşîna Îslamî ya Iraqê ragihand ku wan baregeheke li bajarê Îlatê yê Îsraîlê hedef girtiye. -
Êrîşî baregeha Heşdî Şebî hate kirin
Li bajarê Babîl a Iraqê êrîşî baregeha leşkerî ya Heşdî Şebî hate kirin. Hate diyarkirin ku di êrîşê de kesek hatiye kuştin û 7 kes birîndar bûye. -
Reîsî di daxuyaniya xwe de qala teqîna li Îsfehanê nekir
Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî çend saetan piştî teqîna li Îsfehanê daxuyaniyek da lê belê di daxuyaniya xwe de qala teqîna li Îsfehanê nekir. -
Li Hindistanê hilbijartina giştî destpê kir
Ji bo hilbijartinên parlamentê yên şeş hefteyan dewam dikin, bang li gelê Hindistanê hate kirin ku tevlî dengdanê bibe. Dengdanê vê Înê destpê kir. Favoriyê hilbijartinê jî serokwezîrê neteweperest Narendra Modî ye. -
Li gorî CIA’yê ger alîkariyek cidî nebe dibe ku Ûkrayna îsal şer winda bike
Karbidestek CIA'yê roja Pêncşemê ragihand ku ger DYE’ê alîkariyek cidî nede, wê Ûkrayna heta dawiya sala 2024'an şerê li dijî Rûsyayê winda bike.