Parlamenta Fransayê komkujiya li dijî Cezayîrê ya 17’ê Cotmehê şermezar kir

Roja Pêncşemê Meclisa Neteweyî ya Fransayê pêşnûmaya ku "komkujiya di 17'ê Cotmeha 1961'an de bi destê Midûrê Ewlehiyê Maûrîce Paponî di li dijî Cezayîriyan hate kirin, şermezar dike’’ erê kir.

Bi vê pêşnûmayê tê hêvîkirin ku roja bîranîna komkujiyê li rojên neteweyî û merasîmên fermî were zêdekirin.

63 salan beriya niha nêzîkî 30 hezar Cezayîrî ji bo xwepêşandaneke aştiyane li Parîsê hatibûn li ba hev û ji aliyê polîsan ve hatibûn dorpêçkirin û êrîş li xwepêşanderan hatibû kirin.

Li gorî daneyên  fermî di encama bûyerê de 3 kesan jiyana xwe ji dest daye û nêzîkî 60 kes jî birîndar bûne. Lê belê li gorî dîroknasan bi dehan kes hatine qetilkirin. Tê texmînkirin ku di encamê de di navbera 30 û 200 kes hatine qetilkirin.

Serokomarê Fransayê Emmanûel Macron di Cotmeha sala 2021’an de  "sûcên ku bi destê Maûrîce Paponî hatine kirin weke ku di çarçoveya Komarê de nayê qebûlkirin, îlan kir û ev pêvajoya nasînê dabû destpêkirin. 

Di sala 2012’yan de Serokê wê demê yê dewleta Fransayê Françoîs Hollandeyî jî rêz û hurmeta xwe ji qurbaniyên ku ji bo mafê serxwebûnê daketibûn kolanan, pêşkêş kiribû.

Tê texmînkirin ku Serokê Cezayîrê Abdulmecîd Tebbûn di dawiya meha Îlonê de yan jî di destpêka meha Cotmehê de bi dewleta Fransayê re seredanekê pêk bîne. Her wiha tê gotin ku dibe ku di vê seredanê de ji bo qurbaniyan merasîmeke bîranînê were lidarxistin.