Biden ji êrişa li ser nexweşxaneyê Hamas berpirsyar nîşan da

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Joe Biden serdana Îsraîlê kir û di dema serdanê de ji êrişa li ser nexweşxaneyê şervanên Fîlîstînî berpirsyar nîşan da.

Serokê DYE'yê Joe Biden di serdana Îsraîlê de piştgirî da daxuyaniyên Îsraîlê, ku ji êrîşa li ser nexweşxaneya li Gazzeyê şervanên Fîlîstînî berpirsyar nîşan didin.

Biden tevî Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyhaû li Tel Avîvê daxuyaniyek da û got, "Ji ber teqîna doh a li nexweşxaneya li Gazzeyê, gelekî xemgîn û şoq bûm. Li gorî tiştên ku min dîtine, tê fêhmkirin ku aliyê din ev yek kiriye."

Biden ji Netanyahû re got, "Emerîkî hevxemê we ne, bi we re digirîn" û diyar kir ku 'cîhana hemdem' divê li dijî Hamasê bibe yek.

Biden anî ziman ku Hamas ji bilî 'êşê' tiştekî din nade Fîlîstîniyan.

Rayedarên Îsraîlî jî ji êrîşa li ser nexweşxaneyê Cîhada Îslamî berpirsyar nîşan dan. Hamas jî Îsraîlê sûcdar dike. Artêşa Îsraîlê îdîa dike ku li ber destê wan delîl hene.

Li aliyê din Wezareta Tenduristiyê ya Fîlîstînê ragihand ku ji 7'ê Cotmehê dema destpêkirina şer û vir ve zêdeyî 3 hezar û 300 Fîlîstînî hatine kuştin.