Li Filistînê 1400 li Îsraîlê 1300 kesan jiyana xwe ji dest da
Li gor bîlançoya nû ku artêşa Îsraîlê da, ji 7’ê Cotmehê ve ku Hemasê êrîş kiriye, li Îsraîlê 1300 kesan jiyana xwe ji dest daye. Li Filistînê jî 1400 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Li gor bîlançoya nû ku artêşa Îsraîlê da, ji 7’ê Cotmehê ve ku Hemasê êrîş kiriye, li Îsraîlê 1300 kesan jiyana xwe ji dest daye. Li Filistînê jî 1400 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Di daxuyaniyê de ku artêşa Îsraîlê da, hat ragihandin ku zêdeyê hezar û sêsed kesan jiyana xwe ji dest daye.
Li gor daxuyaniyê ji zêdeyê 3 hezar û 200î kesan jiyana xwe ji dest daye. Herî kêm 150 welatiyên Îsraîlê û yên welatên din di destên Hemasê de ne.
Artêşa Îsraîlê her wiha da zanîn ku ji 7’ê Cotmehê ta bi niha herî kêm 258 leşkerên Îsraîlî jiyana xwe ji dest daye.
Ji aliyê Filistînê jî ji ber bombebarana Îsraîlê herî kêm 1400 kesan jiyana xwe ji dest daye.
HIZBULLAH: EM AMADE NE DEST DI ÎSRAÎLÊ WER BIDIN
Di xwepêşandanekê de ku bi banga Hemas û Hizbullahê li Bêrûdê hat lidarxistin. Şêx Naîm Qasimî ku li ser navê Hizbullahê axivî, got ku ew amade ne dest di Îsraîlê wer bidin.