Li Efganistanê erdhejeke din a bi 6.3 pileyî

Bajarê Heratê yê li bakurrojavayê Efganistanê careke din bi 6.3 pileyî hejiya. Bi nêzîkbûna zivistanê re hişyariyên li ser krîza mirovî têne kirin.

Li gorî Saziya Lêkolînên Jeofîzîk ên DYE'yê (USGS) li bajarê Heratê yê li bakurrojavayê Efganistanê bi mezinahiya 6.3 pileyî careke din erdhej pêk hat.

Erdhej bi dema herêmî saet di 08:06'an li qadeke bi 33 kîlometreyan dûrî bajarê Heratê qewimî.

Li heman herêmê destpêka meha Cotmehê di erdhejê de zêdeyî hezar kesî jiyana xwe ji dest dabûn. Di bîlançoya beriya niha de hatibû ragihandi ku zêdeyî 2 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane, lê belê bîlanço piştre hatibû nûkirin.

Li gorî UNICEF'ê di erdheja bi 6.3 pileyî de ya 7'ê Cotmehê qewimî gund hemû xera bûn, zêdeyî hezar kes mirin ku ji sedî 90 ê qurbaniyan jin û zarok bûn.

Di 11'ê Cotmehê de jî erdhejeke din a mezin qewimî bû û di encamê de kesek mir, 100 kes jî birîndar bûn.

Efganistan piştî ku Talîban bû desthilatdar û alîkariyên biyanî xwe jê vekişandin, di nava krîzeke giran a mirovî de ye. Bi nêzîkbûna zivistanê re bi taybetî li herêma ku erdhej lê pêk hat, fikar hene ku krîza mirovî girantir bibe.