Li gor Wezareta Tenduristiyê ya Hemasê ku Xeze di bin dest de ye, hejmara kesên kuştî ji ber êrîşên Îsraîlê 2 hezar û 750 ye. Bi sedan zarok jî hatine kuştin. Wezaretê da zanîn ku hejmara birîndaran zêdeyê 9 hezar û 700î ye.
Ji aliyê Îsraîlê jî bi piranî sivîl, hat ragihandin ku zêdeyê 1400î kes hatine kuştin.
Îsraîl ku xwe amadeyê şerê ji erdê ve li Xezeyê dike, sivîl ji Xezeyê direvin.
Hat ragihandin ku vê sibehê saet ji 09.00’an ve dest bi agirbesteke mirovî bûye. Lê li gor nûçeya Reutersê, medyaya Hemasê daxuyanî daye, gotiye ku wan hay ji agirbestê nîn e.
Çavkaniyên ewlehiyê yên Misirî jî da zanîn ku agirbest e. Di encama hevdîtina Misirê de bi Îsraîl û DYE’yê re, deriyê Refahê yê li başûrê Xezeyê ji nû ve vebûye.
ÎSRAÎL LI HÊVIYÊ YE KU XEZE JI SIVÎLAN XALÎ BIBE
Artêşa Îsraîlê roja Duşemiyê daxuyanî da, got ku ew ê li rêyên xelk ji Xezeyê derbikeve nexe.
Artêşê bi daxuyaniyeke din da zanîn ku du rêyên derketina ji Xezeyê ji bo sivîlan hene. Îsraîlê da xuyakirin ku ji bo rakirina navênda operasyonê ya Hemasê ji holê, bakurê Xezeyê ji xwe re kiriye armanc.
NY: BÊHN LI XEZEYÊ DIÇIKE
Ajansa Penaberên Filistînî ya NY’yê (Unrwa) roja Yekşemiyê daxuyaniyekê ragihand li Xezeyê ku artêşa Îsraîl bêyî rehim lê dixe, karesateke mirovî ya nedîtî diqewime.
Serokê Unrwa’yê Phillippe Lazzarini di civînê de bi çapemeniyê re, got: ‘’8 roj in nayê hiştin ku dilopa avê, heba genim, lîtreyek sotemenî bikeve nava Xezeyê. Bêhn li Xezeyê diçike.'’