Îsraîl amadekariyên operasyona bejahî dike, hejmara miriyan zêde dibe

Îsraîl amadekariyên operasyona bejahî dike û wextê ku ji bo Filîstînî derbasî başûrê Xezeyê bibin, heta 16.00’an zêde kir. Di şer de bi sedan zarok û jinan jiyana xwe ji dest dan.

Îsraîl beriya operasyona bejahî, cara duyem wext da Filîstîniyan ku derbasî başûrê Xezeyê bibin.

Îsraîlê da zanîn ku li Xezayê li xaleke Hîzbullaha li Başûrê Lubnanê dane. Berdevkê Hêza Parastina Îsraîlê (IDF) li ser hesabê medyaya dijîtal daxuyanî da û got: “Dû riyên navendî li Başûrê herêmê, li gorî saeta xwecihî di navbera 10:00- 16:00 de Xezayê ji bo ku bikaribin bi awayekî bi ewle tevger bikin wê destûr bidin.” Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê hat diyarkirin ku milîtanên xwestine ji Lubnanê werin bi ÎHA’yan kuştine.

Artêşa Îsraîlê li hinek derên li Rojhilat û Rojavayê Şerîdaya Xezayê bi keştiyên şer, li tang û topan dide. balefirên şer ên Îsraîlê hemû herêmên Xezayê tevahiya şevê bombebaran kir. Kampa koçberan a Cibaliye, Beyt Lehiye li Bakurê Şerîdaya Xezayê, ji beşên navîn ên kampa koçberan Nusayrat li herêmên ku gelheya wan zêde ye didin di encama bombebaranê de hejmarek zêde mirî û birîndar çêbûn.

Di daxuyaniya ku wezîrê tendirustiya Xezayê daye de aşkere bû ku di êrîşa Îsraîlê ya di 7’ê Îlonê de daye destpêkirin li Şerîdaya Xezayê 614 jê zarok 1900 kesan jiyana xwe ji dest dane. Di daxuyaniyê de banga rawestandina êrîşan li Îsraîlê hat kirin. Her wiha hat diyarkirin ku 2 hezar zarok, 1400 jin hejmara birîndaran gihîştiye 7 hezar û 696’an. Di heman demê de hat destnîşankirin ku di êrîşan de 15 personelên tendirustiyê jiyana xwe ji dest dane, 27 personelên tendirustiyê birîndar bûne. Wezîrê Tendirustiyê da zanîn ku nexweşxaneya Durra ya zarokan tehliye kirine û nexweş û personel sewqî nexweşxaneya El Nasr a zarokan kirine. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li Xezayê sîstema tendirustiyê ber bi rûxandinê ve diçe, bang hat kirin ku ji bo birîndaran derxin derveyî Xezayê, sotemenî, malzemeyên tibî û medîkal û personelên tendirustiyê bigihîjin herêmê korîdorek bi ewle were vekirin.

Hat aşkerekirin ku li aliyê din hejmare kesên duh li Şeriaya Rojava ya di bin dagirkeriya Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane bûye 16. Li gelek bajarên Şerîaya Rojava, ji bo piştgiriya Şerîdaya Xezayê Filistîniyan xwepêşandan lidar xistin, bi guleyên plastîk, ava dijwar mudaxeleyê wan hetiye kirin. Ji 7’ê Cotmehê ve heta niha hejmara Filistîniyên ku li Şeriaya Rojava hatin qetilkirin gihîşt 51’an. Hêzên Îsraîlê, li taxa Îseviyye ya ku li Rojhilatê Qudusê ye di bûyeran de Filîstîniyek bi guleya rast birîndar bû. Filistîniyê ku bi ambulansê rakirin nexweşxaneyê û nasnameya wî nehat aşkerekirin jiyana xwe ji dest da.

Li aliyê din li gorî zanyariyan nûçegihanên BBC, li Tel Avîvê piştî ku ji aliyê polîsên Îsraîlê ve hatin rawestandin û rastî êrîşê hatin, bi zora çekê hatine girtin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, ji tîma BBC’yê ya Erebî Muhannad Tutunji, Haitham Abudiab li Tel Avîv dema ku diçûn otelekê li serê wan bandên sor wesayîda ku TV li ser nivîsandîbû pêşiya wan birîn, piştre jî bi zorê jê hatin derxistin û lêgerin kirin. Her çend rojnamegeran qerta çapemeniyê nîşan dan jî hatin binçavkirin.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres piştî rûniştina girtî ya li ser Xezayê di Konseya Ewlehiya NY’yê de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de diyar kir ku di êrîşa li sînorê Lubnan- Îsraîlê de rojnamegerek jiyana xwe ji dest daye û 5 rojnameger birîndar bûne û wiha wiha got: “Ez dixwazim îfade bikim ku ev şer û bi taybetî belavbûna wê ya li Lubnanê weke metirsiyek mezin dibînin.”

Li Başûrê Lubnanê li bajarokê Alma Şaab ê sînorê Îsraîlê, hêzên Îsraîlê di êrîşa ku rojnameger kirin hedef de xebatkarê Ajansa Nûçeyan a Ruetersê kamaraman Îssam Abdullah jiyana xwe ji dest da û 5 endamên ragihandinê birîndar bûn. Al Jazeera û AFP Fransî aşkere kir ku di vê êrîşê de nûçegihanên wan jî birîndar bûne.