Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Pêvajo derbasî qonaxeke nû dibe

Îsraîl xwe ji operasyona bejahî re amade dike, sivîl direvin

Îsraîl piştî êrîşa Hamasê ya 7'ê Cotmehê dest bi bombardûmaneke giran li ser Gazzeyê kir. Niha jî amadekariyê dike ku li bakurê Şerîda Gazzeyê operasyoneke bejahî pêk bîne.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Jonathan Cornîcûs roja Yekşemê daxuyaniyek da û got, "Em tevî hêzên xwe yên bejahî li seranserê Şerîda Gazzeyê bi cih bûne û xwe ji qonaxa din a operasyonê re amade dikin."

Ji nifûsa 2.4 milyon kesî ya li bakurê herêmê nêzî 1.1 milyon mirov hewl didin bi lez birevin başûr. Hamas li ber veguhastinê radibe. Îsraîl ku bombardûmaneke giran li Gazzeyê dike, Hamasê sûcdar dike ku nahêle mirov biçin.

Îsraîlê her wiha ragrihand ku sê lîderên leşkerî yên Hamasê kuştine ku ji êrîşên 7'ê Cotmehê weke berpirsyar nîşan dida.

Li gorî rayedarên Îsraîlî, di êrîşa komandoyên Hamasê de li Îsraîlê piraniya wan sivîl zêdeyî 1.300 kes hatin kuştin ku zarok jî di nav de bûn. Hate ragihandin ku 150 kes jî dîl hatin girtin.

Artêşa Îsraîlê heta niha ji kesên hatin revandin nasnameya 120 kesan tespît kir û diyar kir ku di serdegirtinên li herêmê de 'cesedên' dîlgirtiyan dîtine.

Hamasê jî ragihand ku di êrîşên Îsraîlê de 22 dîlgirtî hatine kuştin. Li gorî rayedarên xwecihî di êrîşên Îsraîlê de li Şerîda Gazzeyê zêdeyî 2.300 kes hatin kuştin ku 700 ji wan zarok bûn. Her wiha zêdeyî 9 hezar kes jî birîndar bûn.

Li gorî Ofîsa Karên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) bi deh hezaran mirovên ji Gazzeyê ber bi başûrê herêmê ve reviyan. Pirsgirêka stargeh, av û xwarinê heye.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî ji destpêkirina êrîşa û vir ve bi giştî zêdeyî 423 hezar kesên ji Gazzeyê neçar man cih û warê xwe biterikînin.

Bajarokê Sderot ku nêzî Gazzeyê ye roja Yekşemê hate valakirin.