Êrîşkarê li Brukselê hate kuştin

Êrîşkarê ku xwe weke DAÎŞ'î da naskirin û li paytexta Belçîka Brukselê 2 kes bi çekê qetil kir, sibeha Sêşemê di serdegirtina polîsan de hate kuştin.

Êrîşkar Abdesalem L. ê ji Tûnisê ku êvara 16'ê Cotmehê li Brukselê 2 alîgirên tîma futbolê ya Swêdê bi çeka otomatîk qetil kir, sibeha Sêşemê di serdegirtina polîsan de hate kuştin.

Li gorî medya Belçîkayê, êrişkar piştî birîndariya bi çekê, mir.

Hate ragihandin ku êrîşkar li kafeyeke li taxa Schaerbeekê hate kuştin.

Li gorî malpera Het Laatste Nieuws, du gumanbar jî hatin binçavkirin.

Êvara 16'ê Cotmehê saet di 19:15'an de li qada Saînctelette ya li navenda Brukselê êrîşa çekdarî hatibû kirin.

Di êrîşê de 2 kesên ku forma Swêdê li xwe kiribûn û Swêdî bûn, di êrîşê de hatin kuştin.

Ji dîmenên li cihê bûyerê hatin kişandin, hate dîtin ku êrîşkar ji scooterê peya bû û li kolanê gule li derdorê reşand.

Êrîşkar li ser Facebookê jî dîmenek weşand û got, ew endamê DAÎŞ'ê ye, "Ji bo hilanîna tola Misilmanan" û "Jiyan û mirina ji bo ol" tevdigere.

Êrîşkarê 45 salî bi qaçaxî li Belçîkayê dima. Di sala 2019'an de daxwaza penaberiyê kiribû, daxwaza wî hatibû redkirin û ji ber 'profîla radîkal' ji aliyê polîsan ve dihate naskirin.