Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê: Operasyona Gazeyê wê bibe sedema guhertineke mayînde

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant diyar kir ku ew ê hikûmeta Hamasê û kapasîteya wê ya leşkerî tune bikin û wiha got: "Êrîşa li Gazeyê wê demeke dirêj bidome û guhertineke mayînde bîne."

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant di civîna çapemeniyê ya ku bi Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin re li dar xist de gotinên tund bikar anî.

GALLANT: FIKIR YÊ ÎRANÊ YE

Gallant got ku fikra êrîşê ya Îranê ye û wiha axivî: "Şerê li Gazeyê ji bo hebûna Îsraîl wekî welatekî cihû, dewlemend û demokratîk tê meşandin. Ev rê wê dirêj be, lê Îsraîl wê di şer de bi ser bikeve."

Wezîrê Parastinê axaftina xwe wiha domand: “Em ê hikûmeta Hamasê hilweşînin û kapasîteya wê ya leşkerî têk bibin. Êrîşa li Gazeyê dê dirêj be, bi hêz be û guhertineke mayînde bîne.”

Wezîr daxuyand ku Îran, Hîzbûllah û Hamas cihekî de digihêjin hev û got ku ev jî xerabiyê bi xwe re tîne. Wezîr îdia kir ku Îran wê bi êrîşa Gazeyê razî bibe yan na, ferq nake. Ji ber ku ev fikra Îranê ye.

DYE: HAMAS XIRABÎ ANÎ ASTEKE DIN

Li aliyê din Wezîrê Parastinê yê DYE’yê Lloyd Austin li dijî Hamasê soza piştgiriya “bêteredut” da Îsraîlê û anî ziman ku şervanên Hamasê li gorî çeteyên DAIŞ’ê ‘xirabiyê anîne asteke nû’.

Austin wiha got: " Wekî ku me li çavên xerabiyê yên DAIŞ’ê nerîbe hîs kir. Tiştê ku me ji Hamasê dît ev e ku xirabî gihîştiye astek din."

ÎSRAÎLÊ PÊŞNIYARA 'HERÊMA EWLE' JI BO SIVÎLAN QEBÛL KIR

Li aliyê din Îsraîl avakirina herêmên ewle ji bo sivîlan li Gazeyê qebûl kir. Rayedarek payebilind yê Amerîkî roja Înê got ku Îsraîl ji bo avakirina "herêmên ewle" ji bo Filistîniyan li Gazeyê dê razî bibe.

Rayedarê Amerîkî wiha got: "Yek ji mijarên ku me di civînên xwe yên duh (li Tel Avîvê) de gotûbêj kir, pêwîstiya avakirina hin deverên ewle ye ku sivîl lê bi cih bibin, da ku nekevin ber operasyonên ewlekarî yên rewa yên Îsraîlê."

ABBAS: EV TÊ WATEYA NAKBAYA DUYEMÎN

Li gorî rapora ajansa nûçan a Wafayê, serokê Rêveberiya Filistînê Mehmûd Ebbas hişyarî da li hember koçkirina bi girseyî ya Filistîniyan ku ew mîna dersînorkirina sala 1948`an kir. Piştî ku artêşa Îsraîlî ferman da ku zêdetir ji milyonek kes ji bakurê Gazeyê derkevin.”

Abbas diyar kir ku 760 hezar Filistîniyên ku di şerê 1948’an da ji cihên xwe reviyan an ji cih û warên xwe hatin derxistin, ji bo Filistiniyan bû felaketeke duyem. Abbas Filistîniyên "derxistina ji cîh û warên xwe" bi temamî red kir.