Derhênerê navdar ê Îranî Mehrcuyî û hevjîna wî hatin qetilkirin

Derhênerê navdar Daryûş Mehrcuyî ku hişt sînemaya Îranê di qada navneteweyî de bê naskirin, êvara Şemiyê tevî hevjîna xwe li mala xwe ya li nêzî Tehranê hatin qetilkirin.

Li gorî ajansa nûçeyan a Mizan Online`ê ragihandiye, Husên Fazelî-Harikendî ku serokê dezgeha dadwerî ya parêzgeha Elborzê li rojavaya Tahranê ye got, “Li gorî lêkolînên pêşî, hate tespîtkirin ku Daryûş Mehrcuyî û hevjîna wî bi darbeyên kêran a ku ji stûyê xwe xwarine hatine qetilkirin.”

Hat diyarkirin ku fîlmçêker êvarê di derdora seat 21.00’an de ji keça xwe Mona re peyamek şandiye û ew vedixwiye şîvê li mala wan a li Karajê ku bajarekî mezine û 40 kîlometre dûrî paytextê ye.

Dema ku Mona piştî saetek û nîvê hat malê, rastî cesedên dê û bavê xwe yên ku hatine qetilkirin hat.

Wezîrê Çandê Muhamad-Mehdî Îsmaîlî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew dixwazin rewşa vê bûyera xemgîn û bi êş bên zelalkirin.

Rojnameya Etemad hevpeyvînek li gel hevjîna fîlmçêker weşand û nivîsiye ku herî dawî hevjînê wê ji aliyê kesekî ve hatiye tehdîdkirin û bi zorê ketiye mala wan.

Fazelî-Harikandî got: “Ti gilî li ser ketina neqanûnî ya vîlaya malbata Mehrcûyî û dizîna kelûpelên wan nehatine kirin.”

Di roja Yekşemê de jî şert û mercên van cînayetan nehatine eşkerekirin û hate diyar kirin ku hêj ti kes nehatiye binçavkirin.

Daryûş Mehrcuyî yê 83 salî, di heyama 60 salên ku berî û piştî şoreşa Îslamî ya sala 1979’an weke derhêner, berhemhêner û senarist ku yek ji mezintirîn nûnerên sînemaya Îranê dihat hesibandin, rastî sansorê hatibû.

Di sala 1969'an de derhêneriya fîlmê Gav kir ku ev fîlm yek ji fîlmên destpêkê yên pêla nû ya sînemaya Îranê bû û sala 1971'ê li Festîvala Fîlman a Venedîkê hêjayî Xelata Jûrî hate dîtin. Hevjîna wî Vahîde Muhammadîfar a 54 salî jî senarîst bû.

Daryûş Mehrcuyî di 8’ê Kanûna 1939’an de li Tehranê ji dayik bû, piştî salên dirêj li Amarîkayê jiya, berî ku vegere Îranê li Amerîkayê beşa felsefeyê xwend û li wir kovareke wêjeyî derxist.

Di sala 1966’an de wî yekem filma xwe Diamant 33 ku parodiya fîlmên James Bond derxist.

Çêkirina fîlmên ku aliyên wê yên civakî xurt mîna Gav 1969’an, Agayê Hallu 1970’an Dayereh mina 1974’an û Hamun 1990’an berdewam kir.

Piştî şoreşa îslamî ya sala 1979’an Daryûş Mehrcuyî çend salan li Fransayê jiya, li wir derhêneriya belgefîlma-drama Le Voyage au pays de Rimbaud kir.