Li peravên Yewnanistanê 3 koçberan jiyana xwe ji dest dan
Hêzên ewlekariya peravên Yewnanistanê ragihandin ku li girava Sîmî ya li nêzî peravên rojavayê Tirkiyeyê keştiyeke ku koçber tê de bûn noqî avê bû û 3 koçberan jiyana xwe ji dest dan.
Hêzên ewlekariya peravên Yewnanistanê ragihandin ku li girava Sîmî ya li nêzî peravên rojavayê Tirkiyeyê keştiyeke ku koçber tê de bûn noqî avê bû û 3 koçberan jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê hêzên ewlekariya peravê ve hate dayîn, di operasyonên rizgarkirinê de yên bi botan û helîkopterê hatin kirin 8 kes bi saxî hatin dîtin. Hat diyarkirin ku cenazeyên 3 kesan ji avê hatine derxistin û yek ji wan jin e. Hat ragihandin ku herî kêm 2 kes winda ne.
Di van salên dawî de bi hezaran koçber ku piraniya wan ji Sûriye, Afganistan û Pakistanê ne, bi rêya deryayî û bejahî di ser Tirkiyeyê re derbasî Yewnanistanê bûne.
Piraniya koçberan hewl didin di ser Yewnanistanê re biçin rojavayê Ewropayê.
Polîsê bendera Yewnanistanê bi alîkariya ajansa çavdêriya sînor a Ewropî Frontexê bi rêkûpêk li herêma deryayî ya li rojhilatê Deryaya Egeyê dewriyekê dike.
Li vê herêmê gelek keştî noqî binê avê bûn û gelek kesan jiyana xwe ji dest dan.