Şerê Îsraîl-Hamas: Hejmara miriyan û metirsiya belavbûna şer zêde dibe

Di dema ku artêşa Îsraîlê amadekariya operasyona bejayî ya li dijî Xezeyê dikir, DYA’yê 2 hezar leşker seferber kir ku her kêlî bişînin Îsraîlê. Li hemberî vê hewldanê Îranê hişyariyên tund da.

Şerê ku bi êrîşa Hamasê ya di 7’ê cotmehê de li dijî Îsraîlê dest pê kir, dewam dike, her ku diçe hejmara miriyan girantir dibe û krîza însanî jî kûrtir dibe. Fikarên li ser şerê herêmê jî zêde dibin.

BI HEZARAN MIRÎ

Li gorî bîlançoya dawî li Îsraîlê zêdetirî 1400 kesan jiyana xwe ji dest dane ku piraniya wan sivîl in.

Li Xezeyê li gorî bîlançoya dawî yên ku Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê weşand, herî kêm 2 hezar û 837 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdeyî 9 hezar û 700 kes jî birîndar bûn.

Ji bilî vê, di destên Hamasê de gelek rehîn hene ku gefa îdamkirinê dixwe. Hamasê roja şemiyê ragihand ku di bombebarana Îsraîlê de 22 dîl hatine kuştin. Artêşa Îsraîlê îdia kir ku Hamas bi giştî 199 dîl girtine.

HIŞYARÊN KARESATA MIROVÎ

Di vê navberê de Îsraîl amadekariyên xwe yên ji bo êrîşa ku wê di demeke nêz de li bakurê Xezeyê pêk bîne, didomîne û bang li sivîlan kir ku Xezeyê terk bikin. Her wiha lu başûrê herêmê ji bo agirbestê muzakere tên kirin.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê hişyarî da ku "karesateke" mirovahî nêzîk dibe û  sivîlên li Xezeyê asê mane hewl didin ku ber bi başûr birevin.

MILYON Û NÎVEK MIROV JI HERDU ALIYAN KOÇBER BÛNE

Li gorî Neteweyên Yekbûyî di nava hefteyekê de milyonek kes ji bakurê Xezeyê ber bi başûr ve reviyan.

Li aliyê din Îsraîl nîv milyon Îsraîlî ji herêmên sînor derxistin û li cihên din bi cih kir.

XWARIN KÊM E

Bernameya Xwarinê ya Cîhanî (WFP) roja Sêşemê ragihand ku li dikanên Xezeyê ya dorpêçkirî tenê têra 4-5 rojan xwarin maye.

Berdevkê WFP’ê Ebeer Etefa ji Qahîreyê bi rêya vîdeo-konfêransê beşdarî konferansa rojnamevanan a Cenevreyê bû û ev tişt anî ziman: "Rezervên xwarinê li dikanan tenê çend rojan in, belkî çar an pênc rojan in."

ÇIMA ÎSRAÎL ÊRÎŞA XWE YA BEJAYÎ TALOQ DIKE?

Li aliyê din amadekariyên operasyona bejayî dewam dikin û bi vê re jî operasyon tê taloqkirin. Rayedarekî payebilind ê Îsraîlê di daxuyaniya xwe ya ji bo New York Timesê de îdia kir ku ji ber şert û mercên hewayê operasyon hatiye taloqkirin.

Hat îdiakirin ku baran û bahoza ku ji dawiya hefteyê vir va li Xazeyê diqewime, operasyonên bejayî dijwar kirine. Lêbelê, hin analîst difikirin ku "hinceta rewşa hewayê tenê hincetek baş e."

ME 2 HEZAR LEŞKER XISTIN TEVGERÊ

Serokê Emerîkayê Joe Biden jî dê roja Çarşemê serdana Îsraîlê bike da ku piştgiriya hevalbendê xwe Îsraîl li dijî Hamasê bike û astengiyên li ber alîkariyên mirovî yên ji bo Xezeyê rake.

Dewletên Yekbûyî jî bi hezaran leşkerên xwe ji bo şandina bilez a muhtemel a ji bo Îsraîlê kom kirine. Li gorî CNN, êvara Yekşemê, Pentagonê ji bo alîkariya tibbî û lojîstîk ferman da 2 hezar leşkerên xwe amadekariya çûna Îsrsîlê bikin.

Her wiha ferman hat dayîn ku yekîneyeke bersivdana lezgîn a hêzên deryayî ku ji 2 hezar leşker û deryavan pêk tê, ji peravên Kuweytê bi keştiyê biçe û xwe li beravên Îsraîlê bi cih bike.

Ji ber ku fikarên li ser belavbûna şer zêde dibin, Dewletên Yekbûyî hebûna xwe ya li Rojhilatê Deryaya Spî, bi taybetî bi riya du keştiyên balafiran, bi girîngî zêde kiriye.

ÎRAN: DIBE PÊLÊN ŞOKÊN NÛ BIQEWIMIN

Fermandarekî Muhafizên Şoreşê yên Îranê hişyarî da ku eger Îsraîl dawî li "hovîtîyên xwe" neyne dê pêleke şokeke nû derkeve holê.

Alîkarê Fermandarê Pasdarên Şoreşê Elî Fedawî roja Sêşemê li gorî medyaya fermî ya Îranê got: "Eger Îsraîl hovîtiyên ku li Xezeyê pêk tîne bi dawî neke, pêleke şokê ya nû tê."

Elî Fedawî bi gotina "şokên eniya berxwedanê" gef xwar û Îsraîl wekî "gewreya penceşêrê" binav kir, divê "ji nexşeya cîhanê were rakirin".

XAMANEY: KES NIKARE PÊŞIYA HÊZÊN BERXWEDANÊ BIGIRE

Di dema ku pevçûnên di navbera Hizbullah û Îsraîlê de li ser sînorê Lubnanê di van rojên dawî de dijwar bûne, rêberê olî yê Îranê Ayetullah Elî Xamaney hişyarî da ku eger Îsraîl êrîşên xwe li ser Xezayê bidomîne tu kes nikare “hêzên berxwedanê" yên li dijî Îsraîlê rawestîne.

Xamaney got: "Eger cinayetên Rejîma Siyonîst berdewam bikin, misilman û hêzên berxwedêr bêsebir dibin û tu kes nikare pêşiya wan bigire."