Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Pêvajo derbasî qonaxeke nû dibe

Îsraîlê 24 saet qewil da xelkê Xezayê, Hemasê seferberî ragihand

Roja heftemîn a şerê Îsraîl-Hemasê, Îsraîlê hişyarî li sivîlên li bakurê Xezeyê kir ku ber bi başûr ve biçin, Hemasê ragihand ku seferberî ye.

Şerê bi êrîşa Hemasê bi ser Îsraîlê de dest pê bû, heft roj in berdewam e. Îsraîlê bi şev bi sedan êrîş li Xezeyê kirin.

Îsraîlê hêzeke xwe ya ji polîs û dilxwazan pêkhatî ya bi du hezar û pêncsed kesî beriya nimêja Îniyê li Qudsê kir erkdar.

HRW: ÎSRAÎL FOSFORA SPÎ BI KAR TÎNE

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan, Îsraîl sûcbar kir ku di operasyonên xwe de li Xeze û Libnanê fosfora spî bi kar tîne.

ÎSRAÎLÊ 24 SAET QEWIL DA XEZEYIYAN

Artêşa Îsraîlê hişyarî li hemû sivîlên Xezeyê kir ku di nava 24 saetan de ber bi aliyê başûr ve biçin. Berdevkê Sekreteriya Giştî ya NY’yê daxwaza betalkirina vê talîmatê kir û îşaret pê kir ku ev biryar têkildarê milyonek kesî ye.

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniya xwe de her wiha da zanîn ku heta agahdariyeke bi armanca sivîl li Xezeyê vegerin neyê kirin bila kes venegere. Hemasê jî ragihand ku seferberî ye.

ZÊDEYÊ DU HEZAR Û ŞEŞSED KESAN JIYANA XWE JI DEST DAYE

Li gor daneyên dawîn ji aliyê Îsraîlê zêdeyê hezar û dusedî, ji aliyê Filistînê jî zêdeyê hezar û çarsed kesan jiyana xwe ji dest daye.

Li gor Ofîsa Koordînasyona Karên Mirovî ya NY’yê, ji ber dorpêç û bombebarana artêşa Îsraîlê, bi sedhezaran kesan terka Xezeyê kiriye.

NEXWEŞXANE BÛNE MÎNA GORISTANAN

Rewşa mirovî li Xezeyê, her ku diçe giran dibe. Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî roja Pêncşemiyê daxuyanî da, hişyarî kir ku ceyrana nexweşxaneyan diqede û her diçe nexweşxane dibin mîna goristanan.

Hikumeta rewşa lezgîn a Îsraîlê ku roja Çarşemiyê ava bû, da xuyakirin ku heta Hemas Îsraîliyên di destên xwe de bernede wê nehêle alîkariya mirovî bigihîje Xezeyê.

NETANYAHÛ: WÊ WEK DAÎŞÊ BÊ PELÇIQANDIN

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahû, diyar kir ku wê Hemas wek DAÎŞ’ê bê pelçiqandin.

Dibe ku Îsraîl li Xezeyê dest bi tevgera ji erdê ve bike.