Li dibistaneke li Fransayê êrîş hat kirin
Li dibistaneke li Arrasê ku bajarekê Fransayê ye bi kêrê êrîş hat kirin.
Li dibistaneke li Arrasê ku bajarekê Fransayê ye bi kêrê êrîş hat kirin.
Hat ragihandin ku kesekê bi kêr li dibistaneke amadehiyê ya Arrasê gotiye: ‘‘Elahûekber’’ û êrîş kiriye.
Li gor agahiyên peşîn ku bi dest ketin, mamosteyek jiyana xwe ji dest daye, du kes jî bi giranî birîndar bûne.
Polîs, êrîşkar xist bin çavan, li hemû bajarên li bajêr alarm hat dayîn.
Di daxuyaniyê de ku Wezîrê Karên Hundirîn Gérald Darmanin li ser X’ê da, wiha tê gotin: ‘’Polîs, kiryar xist bin çavan.’’ Li gor Darmanin birayê êrîşkar jî hatiye binçavkirin. Hat îdiakirin ku her du jî bi eslê xwe Çeçen in.