Di xwepêşandana ji bo Filistînê de çek dan destê zarokekî

Li Bruksela paytexta Belçîkayê, di xwepêşandanekê de ku ji bo piştgiriya Filistînê hat lidarxistin, çek dan destê zarokekî. Di der heqê bûyerê de dest bi lêpirsînê hat kirin.

Li Marollesa navçeya Bruksela paytexta Belçîkayê, komek ji alîgirên Filistînî pêkhatî, li ber kreşa ‘’Les Petits Pas’’ xwepêşandaneke protestoyî li dar xist.

Dîmenên xwepêşandanê li ser medyaya dîjîtal hatin weşandin. Ji dîmenan xuya ye ku çek di destê zarokekî de ye, dihejîne. Hêj ne diyar e ku çeka di destê zarokî de rastîn e ya na. Polîs di der heqê bûyerê de dest bi lêpirsînê kir.

Berdevkê polîsa Ilse Van de Keere, bertek nîşan da got, nabe ku mirov tiştekê wiha qebûl bike.

Theo Francken ku parlamenterê federal ê ji partiya N-VA ya neteweperest e û ji heman partiyê parlamenter Mathîsa Vanden Borre, çalakî li ser tora dîjîtal şermezar kir.

Şaredarê Brukselê Phillippe Close jî bûyer şermezar kirin û da zanîn ku ji bo keşfkirina nasnameyên kesên di dîmenan de dest bi lêpirsînê hatiye kirin.

Close her wiha diyar kir ku vîdyo roja Şemiyê hatiye kişandin û tu têkiliya wê bi êrîşê re ku roja Duşemiyê li Brukselê hatiye kirin, nîn e.

Roja Duşemiyê kesekê li navenda Brukselê xwe wek DAÎŞ’î da naskirin, du alîgirên fûtbolê yên Swêdî bi çeka otomatîk qetil kirin.