Roja Sêşemê di êrîşeke li ser nexweşxaneyeke li Gazzeyê de herî kêm 200 kes mirin.
HAMASÊ ÎSRAÎL BERPIRSYAR NÎŞAN DA
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ji vê êrîşê Îsraîl berpirsyar nîşan da. Artêşa Îsraîlê jî diyar kir ku êriş ji aliyê rêxistina Cîhada Îslamî ya Fîlîstînî hatiye kirin ku êrişeke bi roketan a neserketî bû.
ÎSRAÎL: CÎHADA ÎSLAMÎ KIR, EM Ê BELGEYAN NÎŞAN BIDIN
Artêşa Îsraîlê bi rêya Tûgamîral Danîel Hagarî ji CNN re daxuyanî da û diyar kir ku nivîsên navbera milîtanên li Gazzeyê li ber destê wan heye ku dibêjin 'bûyer ji aliyê Cîhada Îslamî ve hatiye kirin'.
Hagarî her wiha diyar kir ku dîmenên balafira bêmirov a têkildarî bandora êrîşê ya li ser otoparka nexweşxaneyê jî li ber destê wan e û îdîa kir ku bandora êrîşa Îsraîlê li ser nexweşxaneyê nîne.
XWEPÊŞANDANÊN ŞERMEZARKIRINÊ
Piştî êrîşa li ser nexweşxaneyê li welatên Ereb û Îranê xwepêşandanên mezin ên şermezarkirinê hatin lidarxistin. Xwepêşandêrên li Tehranê hêk avêtin dîwarê sefaretxaneya bilind a Fransayê û gotin 'Mirin ji Fransa û Îngilistanê re'.
Li paytexta Urdun Ammanê xwepêşandêr daketin qadan. Li Şerîa Rojava jî ku di bin dagirkeriyê de ye, xwepêşandêr daketin qadan û xwestin Serokdewletê Fîlîstînê Mahmûd Abbas dest ji wezîfeyê berde. Di navbera xwepêşandêran û hêzên ewlekariyê de şer qewimî.
Hîzbûllah a Lubnanê ku hevalbendê Hamasê ye ji bo şermezarkirina êrîşa li ser nexweşxaneyê ku weke 'komkujiyê' pênase kir û Îsraîl sûcdar kir, bang kir ku roja Çarşemê weke 'roja hêrsê' bê ragihandin. Hîzbûllahê bi daxuyaniyekê got, "Çarşem bila bibe roja hêrsa li dijî dijmin."
DU EFSERÊN HAMASÊ HATIN KUŞTIN
Di vê navberê de artêşa Îsraîlê ragihand ku 'fermandarê sîstema tanksawar' ê Hamasê Mûhammed Alwadîa jî di nav de du efserên Hamasê hatine kuştin.
LI GAZZEYÊ ZÊDEYÎ 3 HEZAR KES HATIN KUŞTIN
Li gorî rayedarên xwecihî yên Fîlîstînî ji 7'ê Cotmehê dema destpêkirina şer û vir ve di êrîşên Îsraîlê yên li ser Gazzeyê de zêdeyî 3 hezar kes hatine kuştin ku piraniya wan zarok û sivîl in.
LI FÎLÎSTÎNÊ ZÊDEYÎ 1400 KES MIRIN
Li gorî artêşa Îsraîlê jî ji destpêka şer û vir ve zêdeyî 1.400 kes hatine kuştin, 199 kes jî hatine revandin. Îsraîlê her wiha ragihand ku li xaka Îsraîlê cesedên 1.500 şervanên Hamasê dîtine.
ÊRÎŞ LI 11 NAVENDÊN TENDURISTIYÊ HATE KIRIN
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê roja Duşemê daxuyaniyek da û diyar kir ku li Gazzeyê êrîş li 11 navendên tenduristiyê hatine kirin, 12 personelên tenduristiyê hatine kuştin, êrîş li 60 ambûlansan hatiye kirin.
2 HEZAR Û 185 AVAHÎ HILWEŞIYAN, 5 HEZAR Û 434 XANIYAN ZERAR DÎTIN
Ji 9'ê Cotmehê û vir ve li ser 2.4 milyon şêniyên Gazzeyê ambargoya elektrîk, av û xurekê heye.
Li gorî Ofîsa Koordînasyona Karên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî 2 hezar û 185 avahî bi temamî xera bûn, 5.434 xanî zerar dîtin.
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ BANGA AGIRBESTÊ KIR
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres roja Çarşemê li Pekînê banga 'agirbesta mirovî ya lezgîn' li Îsraîl û Hamasê kir.