Li Efxanîstanê têqîn çêbû: Herî kêm 7 kesan jiyana xwe ji dest da

Li eyaleta Baglan ê Efxanistanê di dema nimêja înê de li mizgefteke Şîiyan de teqîn çêbû. Hate diyarkirin ku di teqînê de herî kêm 7 kes mirine û 15 kes jî birîndar bûne.

 Ji dema ku Talîban di Tebaxa 2021’an de hat ser desthilatdariyê, bi taybet di dema nimêja înê de gelek êrîş li ser mizgeftan tên kirin. Hikûmeta Talîbanê bi daxuyaniyekî ragihand ku di teqîna ku di dema nimêja înê de li mizgefteke Şîiyan de pêk hat, herî kêm 7 kes mirine û 15 kes jî birîndar bûne.

Hîn kesî êrîş negirtiye ser xwe ku li mizgefta Îmam Zeman a li paytexta eyaleta Baglan Pol-e-Khormî pêk hat.

Li çavkaniyên herêmî hejmara miriyan zêdetir e û cenazeyên 19 kesan û 40 birîndar rakirine nexweşxaneyê.