Êrîşkarê ku li Brukselê du kes qetil kir, hîn nehatiye girtin

Piştî Fransayê, kesekî li paytexta Belçîka Brukselê bi çeka otomatîk du kes qetil kir û ji cihê bûyerê reviya. Êrîşkarê ku ketiye dîmenê gelek kamerayan, hîna nehatiye girtin.

16’ê Cotmehê di derdora saet 19.15’an de Yekşemê li Brukselê êrîşek bi çeka Saînctelette Ar-15 hate kirin.

Di dîmenên li ser medya dîjîtal de hatin parvekirin de, tê dîtin ku êrîşkar ketiye avahiyekê û bi çekê direşîne. Êrîş li dijî alîgirên futbolê yên Swêdî hate kirin. Di encamê de 2 alîgirên futbolê jiyana xwe ji dest dan, Swêdiyek jî birîndar bû.

Êrîşkar piştre bi scooterê û bi gotina “Allahu Ekber” ji cihê bûyerê reviya.

Dozgeriya federal di çarçoveya êrîşa terorê de lêpirsîn da destpêkirin. 

Derket holê ku êrîşkarê bi navê Abdesalem L. ku ji welatiyê Tûnûsê ye, bi rengekî qeçaxî li welêt dijî. Hat diyarkirin ku êrîşkarê ku 1978’an hatiye dinê, sala 2019’an li Belçîkayê daxwaza îltîcayê kiriye.

Piştî êrîşê Abesalem L. dîmenek parve kir û got ku di êrîşê de 3 Swêdî kuştine. Di dîmenek din de dibêje, ‘pirtûka Allah xeta sor e û ji bo vê yekê ew ê xwe feda bike’. Êrîşkar girêdana xwe ya bi çeteyên DAÎŞ’ê re jî anî ziman.

Derket holê ku êrîşkar ji aliyê polîsan ve jî tê nasîn. Ji Wezareta Edaletê Vîncent Van Qûîckenborne ev daxuyanî da: “Gumanbar, sala 2019’an daxwaza îltîcayê li welatê me kiribû. Bi çalakiyên xwe yên mîna qeçaxçitiya mirovan, îkameta derqanûnî û ji ewlehiya dewletê bi xeter re tê nasîn.”

13’ê Cotmehê li bajarê Arras ê Fransayê mamostayek hatibû qetilkirin.