Alozî li ser sînorê Libnan-Îsraîl zêde dibe, fikarên şerê herêmî hene

Pevçûnên di navbera Hizbullah a Libnanê û artêşa Îsraîlê de dijwar dibin. Pevçûnên dijwar ên li ser sînor fikarên şerê herêmî zêde dike.

Di encama êrîşa bi fuzeyan a ku Hîzbullah a Libnanê ku hevalbendê Hemas a Filistînê ye girt ser xwe û li dijî Îsraîlê şer dike li bakurê Îsraîlê sivîlekî Îsraîlê jiyana xwe ji dest da û gelek kes jî birîndar bûn.

Artêşa Îsraîlê jî çeperên Hizbullah yên li başûrê Lubnanê kirin hedef. Îsraîlê her wiha axa xwe li qadeke ji çar kîlometreyî ya li herêma sînor ji sivîlan re girt.

Di van rojên dawî de li her du aliyên sînor bomberdûman li dijî hev didomin. Hewldanên ji Libnanê ketina Îsraîlê jî zêde bûne.

Di şerê ku di 7’ê Cotmehê de bi êrîşa Hamasê ya li dijî Îsraîlê dest pê kir de, li aliyê Libnanê derdora 10 kesan û ji aliyê Îsraîlê jî herî kêm 2 kes mirin.

Piraniya qurbaniyan şervanên li aliyê Libnanî bûn, di heman demê de rojnamevanek Reuters roja Înê û roja Şemiyê jî li gundê Şebaa di nav de sivîl jî heyî du hevjînê hev mirin.

Fikar zêde bûn ku ketina Hizbullahê ya nava pevçûnê dikare eniyeke nû ya şer veke û ev yek jî dikare Libnanê ber bi şer ve bikşîne.

Piştî DYA’yê, Fransa jî ji bo ‘li herêmê eniyeke nû venekin’ bang li Hizbullah û Îranê kir ku ‘bi îtîdal’ (xwînsar) tev bigerin. Çend roj berê Washingtonê jî hişyarî dabû Hizbullahê ku “biryara şaş” nede.

UNIFIL’ê hêza Neteweyên Yekbûyî ku ji sala 1978'an û vir ve li ser sînor e û ji bo di navbera Îsraîl û Libnanê de weke tampon tevbigere, ku ji aliyê teknîkî ve hîna di şer de ye, di rojên dawî de jî hin daxuyaniyên guman çêdike da. UNIFIL hişyarî da ku rewş bi taybetî roja Înê dikare "ji kontrolê derkeve."

Gelek analîst difikirin ku destpêkirina operasyona bejayî ya Îsraîlê li dijî bakurê Şerîda Xezayê dikare bibe sedema destwerdana Hizbullahê.

Îranê jî roja Yekşemê bi daxuyaniyekê hişyarî da ku eger Îsraîl Xezayê dagir bike "ti kes nikare kontrolkirina rewşê garantî bike."