CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Kalîforniyayê erd hejiya
Li peravên dikeve bakurê welatê Kalîforniyayê bi pileya 5 erd hejiya. -
Li Xezeyê zêdetirî 100 xebatkarên saziya penaberan a NY’ê hatin kuştin
Ajansa Alîkariyê ya ji bo Penaberên Filistînî ya Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) roja înê ragihand ku ji destpêka şer ve li Xezeyê zêdetirî 100 xebatkarên wan jiyana xwe ji dest dane. -
Ji ber mija jehrîn li Pakîstanê bi hezaran kes nexweş ketin
Li Rojhilatê Pakistanê ji ber pirsgirêka mija jehrîn bi hezaran kes nexweş ketin. Rayedar neçar man ku tevî Lahorê heta roja Yekşemê parq, dibistan, navendên danûstendinê û karûbarên din bigirin. -
Li gorî Hamasê hejmara miriyan ji 11 hezarê derbas kir
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku di êrîşên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmehê ve li ser Xezeyê tên kirin de, hejmara miriyan ji 11 hezarê derbas kir. -
Li Iraq û Sûriyeyê li dijî DYE'yê 46 êrîş: 56 leşker bi sivikî birîndar bûn
Hate ragihandin ku piştî DYE’yê li tesîsekê Îranê ya li Sûriyeyê xist, baregehên DYE’yê yên li Rojhilata Navîn 4 caran ji aliyê komên ‘alîgirên Îranê’ ve hatin hedef girtin. -
Roja 35'an a şerê Îsraîl-Hamasê: Xeze, Lubnan û Sûriye hatin bombekirin
Di roja 35'an a şerê Hamas-Îsraîlê de li gorî rayedarên Hamasê careke din bombe li nexweşxaneyan hatin barandin. Îsraîlê her wiha êrîş bir ser başûrê Lubnanê û Sûriyeyê. -
YE’yê derbarê TikTok û YouTube lêpirsîn da destpêkirin
Komîsyona Ewropayê der barê platforma medyaya dijîtal ya TikTok û malpera parvekirina dîmenê YouTube de lêpirsîn da destpêkirin. -
Li Xezeyê hejmara miriyan derket nêzî 11 hezar kesî
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku ji 7'ê Cotmehê û vir ve li Şerîda Xezeyê di êrîşên Îsraîlê de 10 hezar û 812 kes hatine kuştin. -
Li Nînowa û Enbarê 14 çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin
Di operasyonên hêzên Iraqî de li Enbar û Nînowayê 14 çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin. -
Li hemberî baregeha DYE ya li Başûrê Kurdistanê êrîşa bi droneyan
Li hemberî koalîsyona li dijî DAÎŞ'ê ya navneteweyî ku li balafirgeha Herîr a Hewlêrê ye, bi du droneyan êrîş hate kirin. -
Li Bangladeşê polîsan êrîş birin ser karkerên tekstîlê
Li Bangladeşê karkerên tekstîlê ji bo zêdekirina mûçeyan xwepêşandanek kirin, lê polîsan êrîş kirin. Sendîkayan êrîş û girtin şermezar kirin. -
Pedro Sanchez ji bo li desthilatdariyê vegere bi partiya Katalan re li hev kir
Partiya Sosyalîst a Spanyayê ya Pedro Sanchez ji bo li desthilatdariyê vegere bi partiya Katalan a alîgirê serxwebûnê re li hev kir. -
'Ziwatiya zêde ya li Iraq, Sûrî û Îranê ji ber krîza avhewayê ye'
Li gorî lêkolîneke WWA'yê, "ziwatiya zêde' ya li Iraq, Sûriye û Îranê ji ber germahiya avhewayê ya global e. Di lêkolînê de hate gotin, eger ne ji şewitandina petrol, gaz û komirê bûya, rewş bi vî rengî nedibû. -
DYE'yê li dijî komên girêdayî Îranê yên li Dêrazorê êrîşek hewayî pêk anî
Hate ragihandin kudi encama êrîşa DYE'yê de ya li Dêrezorê ya li rojhilatê Sûriyeyê, 9 kesên girêdayî komên ku Îran piştgiriya wan dike, hatin kuştin. -
Li Îranê 9 girtî bi awayeki komî hatin darvekirin
Rêxistina Mafê Mirovan ya Îranê ragihand ku li girtîgeheke Îranê 9 girtiyên ku cezayê darvekirinê li wan re hatibû birîn, bi awayekî komî hatin darvekirin. -
Şerê Îsraîl-Hamasê di roja 33'an de ye
Di roja 33'an a şerê Îsraîl-Hamasê de artêşa Îsraîlê operasyona leşkerî dewam dike. Her wiha li başûrê Lubnanê jî di navbera Hîzbûllah û Îsraîlê de şer diqewime. -
Çîn amade ye ku têkîliyên xwe bi DYE’yê re xurt bike
Tê payin ku Şî Cînpîng û Joe Bîden hefteya bê li San Francîscoyê li hev bicivin. Beriya civînê Alîkarê Serokê Çînê got ku Çîn amade ye di 'her astê' de têkîliyên xwe bi DYE’yê re xurt bike. -
Li Îranê erdheja bi 4.6 pileyî
Li bajarê Bîlesûvar ê eyaleta Erdebîl a Îranê bi mezinahiya 4.6 pileyî erd hejiya. -
Îsraîlê ragihand ku ew ketin navenda Xezeyê
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant ragihand ku artêşa Îsraîlê ketiye navenda Xezeyê. -
Elmanya polîtîkaya koçberiyê tundtir dike
Şerokwezîrê Elmanyayê Olaf Scholz û serokên dewletên herêmê li ser biryarên ku kêm penaber bên welatên wan û salek şûnde têkevin meriyetê li hev kirin. -
Li Efrîqaya Başûr wezîrek hate şêlandin û çekên parastvanên wê hatin dizîn
Hate ragihandin ku Wezîra Veguhestinê ya Efrîqaya Başûr li nêzî Johannesburgê di wesayîtekê de dîl hatiye girtin û çekên parazvanên wê hatine desteserkirin. -
NY: Xeze bûye goristana zarokan
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku ji 7’ê Cotmehê vir va hejmara kesên ku li Şerîda Xezeyê mirine bûye 10 hezar û 328’an, NY’yê jî diyar kir ku ‘Xeze bûye goristana zarokan.’ -
Fransa qanûnên têkildarî koçberan dişidîne
Senatoya Fransayê du xalên destpêkê yên pêşnûme qanûna koçberiyê qebûl kir ku ji aliyê rastgiran ve hate pêşkêşkirin û kotaya koçberiyê destnîşan dike û şert û mercên yekbûna malbatî zehmet dike. -
Yemen bû welatê destpêkê ku şerê fezayî da destpêkirin!
Îsraîlê ragihand ku fuzeyekek Yemenê li derveyî atmosfera cîhanê hatiye têkbirin. Ev êrîş di dîroka leşkerî ya cîhanê de weke rewşeke nû tê nirxandin. -
Li Kamerûnê êrîşî gundekê hate kirin: Nêzî 20 kes mirin
Li rojavayê Kamerûnê komeke serhildêr a li herêma ku bi Îngilizî lê tê axaftin, êrîşî gundekê kir. Hat zanîn ku di êrîşî de jin û zarok jî di nav de ne, nêzî 20 kes mirine.