Îsraîl êrîşî nexweşxaneyê kir: Herî kêm 500 kesan jiyana xwe ji dest dan

Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê ragihand ku Îsraîlê êrîşî Nexweşxaneya El Mamedanî kir û herî kêm 500 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê ragihand ku di êrîşa Îsraîlê ya li dijî Nexweşxaneya El-Mamedanî ya li Şerîda Xezeyê de herî kêm 500 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Hat diyarkirin ku hejmara kesên li nexweşxaneya Xezeyê ku Îsraîlê êrîşî wê kir, dibe ku hezarî derbas bibe.

Her wiha Îsraîlê dibistaneke girêdayî Neteweyên Yekbûyî ya li Kampa Penaberan a El-Magazî ya li herêma navendî ya Xezeyê ku bi hezaran koçber lê dihewîne kir hedef. Hat diyarkirin ku di encama êrîşê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dane.