Îsraîlê balafirgehên Şam û Helebê bombebaran kir

Balafirên şer ên Îsraîlê du balafirgehên sereke yên Sûriyeyê, Şam û Helebê bombebaran kirin. Her du balafirgeh ji xizmetê derketin.

Li gorî medyaya fermî ya girêdayî hikûmeta Şamê êrîşên hemwext li ser balafirgehên Şam û Helebê hatine kirin.

Hat diyarkirin ku di êrîşê de pîstên herdu balafirgehan zirar dîtine û ji xizmetê derketine.

Ev êrîş di dema şerê navbera Îsraîl û Hamasê de pêk hatin ku bi hezaran kes hatin kuştin.

Îsraîl ji destpêka şerê sala 2011’an vir ve bi sedan êrîşên esmanî li Sûriyeyê pêk anîne.

Artêşa Îsraîlê hêzên ku Îran û Hîzbûllaha Lubnanî piştevaniya wan dike ku hevalbendên Şamê û dijminên sondxwarî yên Îsraîlê ne, artêşa Sûriyeyê kirin armanc.

Berê jî gelek caran balafirgehên Şam û Helebê hedef hatibûn girtin. Balafirgeha Helebê di 28’ê Tebaxê de û balafirgeha Şamê jî di 2’yê Çileyê de zirarek mezin dîtibû.