Rapor: Cîhan ket nava 'karxerabiya demokrasiyê' ya herî dirêj!
Enstîtuya Navneteweyî ya Ji bo Demokrasî û Alîkariya Hilbijartinê (IDEA International) diyar kir ku sala 2023'an sala şeşemîn e ku li şûna pêşketinê demokrasî paşve çûye.
Enstîtuya Navneteweyî ya Ji bo Demokrasî û Alîkariya Hilbijartinê (IDEA International) diyar kir ku sala 2023'an sala şeşemîn e ku li şûna pêşketinê demokrasî paşve çûye.
Rapora ku ji aliyê IDEA International ve di 2'yê Mijdarê de hat weşandin, nîşan dide ku hema hema nîvê welatên cîhanê di pergalên xwe yên demokratîk de kêmasî/paşve çûyin dîtine.
Yek ji nivîskarên raporê Mîchael Rûney got, "Ev sala şeşemîn e ku me li dû hev dît ji pêşdeçûna wan bêhtir demokrasî paşve çûye.’’
Runey destnîşan kir ku ev meyla "rawestîna demokratîk" ya herî dirêj e ku bi raçevkirina saziyê dîtiye ji dema ku IDEA di sala 1975'an de dest bi berhevkirina daneyan kir.
Di raporê de hat gotin, "Hîmên demokrasiyê li gelemperiya cîhanê qels dibin" û pirsgirêkên "ji hilbijartinên kêmasî heta mafên bi sînor" e.
Ji 173 welatên ku tevlî anketê bûn, ji wan 85'an di pênc salên paşîn, "herî kêm nîşana sereke ya performansa demokratîk a ne baş dide der.’’
Rapor balê dikişîne ser "kêmbûnek berbiçav" di warê nûnertiyê de, bi taybetî di qada hilbijartinan û birêkûpêkkirina parlamentoyê de, her wiha di serweriya dewleta qanûnê de, di heman demê de di nav de serxwebûna pergalên dadwerî yên welatan.
Michael Runey dibêje: "Em di heman demê de paşveçûyînek di demokrasîyên serfiraz ên dîrokî yên Ewropa, Amerîkaya Bakur û Asyayê de dibînin."
Ev pêla paşdemayîna pergalên demokratîk a di asta gerdûnî de, di nav nîşaneyên din de, mîna bi darbeyên ku li parzemîna Afrîkayê têne xuyakirin.
Nivîskarên raporê destnîşan dikin, ku di kategoriya mafan de azadiya xwe îfade kirinê û ya kombûnê, tevî ku di asta global de ne girîng in jî, gelek kêmbûnan nîşan dide.
Li gorî raporê, dema ku dor tê ser serweriya qanûnê, pêşketinên "piştî gelek salan ji astên gendeliyê/bertîlgiriyê yên rawestayî" hene.
Di raporê de ji bo Ewropa Navîn û parzemîna Efrîkayê hate gotin, "Li hin welatên munferît ên li çar aliyên cîhanê em nîşaneyên hêviyê dibînin" û hate ragihandin ku ji aliyê giştî ve jî tablo hîn jî neyînî ye.