Li Sûdanê top li bazarê ket: Zêdeyî 20 kes mirin

Li Sûdanê ku ji meha Nîsanê ve hêzên du generalan li dijî hev şer dikin, top li bazarekê ket. Di bûyerê de ku li herêma Omdûrmanê qewimî zêdeyî 20 sivîl mirin.

Li gorî daxuyaniya çapemeniyê ya Komîteya Parêzeran a Alîgirê Demokrasiyê, ku binpêkirinên mafên mirovan ên di şer de qeyd dike, di şerê giran ê navbera herdu aliyan de top li bazarekê ket.

Li gorî nûçeya AFP'ê di bûyerê de ku li herêma bi 200 kîlometreyî dûrî paytext Hartûmê de zêdeyî 20 sivîl mirin, gelek jî birîndar bûn.

Ji 15'ê Nîsanê û vir ve artêşa ser bi general Abdulfettah El Bûrhan û Hêzên Piştevaniya Lezgîn ên ser bi general Mûhammed Hamdan şer dikin.

Li gorî texmîna saziyên sivîl ên civakî di vî şerî de zêdeyî 9 hezar kes mirine.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî jî ji destpêkirina şer û vir ve 4,5 milyon mirov ji cihê xwe koç kirine.

Hate ragihandin ku binesaziya welêt ji ber şer xera bûye.