NY’ê bang li Îranê kir: ‘Polîsên exlaqî’ betal bikin!

Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ji Îranê xwest ku yekîneya "polîsê exlaqî" betal bike.

Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) nîgeraniya xwe ya li hember pêkanîna li dijî jin û keçan a li Îranê anî ziman û daxwaza rakirina yekîneya Gaştî Îrşad ku bi navê “polîsê exlaqî” tê naskirin, kir.

Li gorî nûçeya Reutersê, Komîteya Neteweyên Yekbûyî ku bi rewşa Îranê ya di warê mafên mirovan de mijûl dibe, pêşniyar kir ku rêveberiya Tehranê rêziknameyek qanûnî amade bike û ji bo jin û keçan ji her cure tundiyê biparêze bi cih bîne.

Di vê çarçoveyê de di rapora Komîteyê ya li ser Îranê de hate gotin, "Dewleta alîgir divê qanûneke berfireh a ku bi zelalî li ser tundiya nav malê, destdirêjiya zayendî ya bi zewacê re pêk tê û sûcên ku bi navê 'namûsê' tên kirin bi awayekî vekirî bipejirîne.”

Komîteyê got ku divê Îran ‘qanûn û siyastên ku kesên nixumandina mecbûrî pêk nayînin weke sûcdar dîtina wan biguherîne û ji bo vê divê polîsên exlaqî ji holê bê rakirin.