Li gorî Tehranê wê komên alîgirên Îranê bêdeng namînin

Di 25’emîn roja şerê Îsraîl û Hamasê de Wezîrê Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdullahiyan bi eşkere ragihand ku komên alîgirên Îranê li hember Îsraîlê “bêdeng” namînin.

Huseyîn Emîr Ebdullahiyan di daxuyaniya xwe ya di serdana Qeterê de got: "Tiştek normal e ku kom û tevgerên berxwedêr li hemberî sûcên ku li herêma Filistînê, li Xezeyê tên kirin, bêdeng nemînin."

Wezareta Derve ya Îranê piştî hevdîtina wî ligel Emîrê Qeterê Temîn Bin Hemed Al-Sanî daxuyanî da û wiha got: “Ew guh nadin şîretên tu kesî, lewra divê em derfeta dawî ya siyasî ji bo bidawîkirina şer bi kar bînin."

Ev daxuyanî di demeke ku êrîşên komên Îran piştgiriya wan dike li herêmê li dijî Îsraîl û hêzên hevalbendê wê yên Amerîkayê zêde bûne de hat dayîn.

Ji aliyê din ve Wezareta Derve ya Tirkiyeyê roja Sêşemê ragihand ku Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr Ebdullahiyan dê roja Çarşemê bi serdaneke fermî serdana Enqerê bike û li ser nakokiyên navbera Îsraîl û Filistîniyan gotûbêj bike.

HIZBULLAH TANKA ISRAÎLÊ HEDEF GIRT

Li ser sînorê bakurê Îsraîlê, hema her roj di navbera Îsraîl û Hizbullaha Lubnanî ku yek ji tevgerên bihêztirîn ên ku Îran piştgirîya wê dike li herêmê, pevçûn diqewime.

Hîzbullahê îdia kir ku di saet 14.30’an da tankeke Merkava ya Îsraîlî ya ku li nêzî baregeha Pranitê diçû bi "fuzeyên rênîşander" hedef girt û "îmha kir". Li gorî daxuyaniyê gelek kesên di tankê de mirine û birîndar bûne.

HUSIYAN RAGIHANDIN KU EW ÊRÎŞÊN LI DIJÎ ÎSRAÎLÊ BIDOMÎNIN

Serhildêrên Hûsî yên Yemenê ku nêzî Îranê ne, roja Sêşemê gotin ku heta ku şerê Îsraîl li dijî Hamasê ya Filistînî bi dawî bibe, ew ê êrîşên xwe yên li ser Îsraîlê bidomînin. Hûsiyan îdia kirin ku wan gelek mûşek û balafirên bêmirov avêtine nav axa Îsraîlê.

"Hêzên çekdar ên Yemenê (...) daxuyaniya ku li ser televîzyona El-Mesîre ya Hûsiyan e hate weşandin heta ku êrîşên Îsraîlê bi dawî bibin ew ê êrîşên mûşekî û balafirên bêmirov bidomînin heta ku êrîşên Îsraîlê raweste.

LI XEZEYÊ PEVÇÛNÊN DIJWAR RÛ DIDIN

Artêşa Îsraîlê ragihand ku li Şerîda Xezeyê bi çekdarên Hamasê yên Filistînî re "pevçûnên tund" derketin.

Di daxuyaniya artêşê de wiha hat gotin: "Hêzên me li kûrahiya Şerîda Xezeyê li dijî terorîstên Hamasê pevçûnên dijwar rû didin.”

Baskê leşkerî yê Hamasê îdia kir ku wan "du wesayîtên zirxî" bi guleyên dijî tankan kirine hedef û şervanên wan hêzeke Îsraîlî bi kemîna li avahiyeke li bakurê herêmê rûxandine.

RÊXISTINA EFÛYÊ: LI LUBNANÊ FOSFORA SPÎ HAT BIKARANÎN

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî artêşa Îsraîlê bi bikaranîna fosfora spî li gundên sînorî yên Ayta el-Şeab û el-Marî li başûrê Lubnanê tawanbar kir û wiha got. “Du vîdyoyên ku di 10’ê Cotmehê de li nêzîkî el-Marî hatine kişandin, ku ji hêla Laboratoriya Delîlên Krîzê ya Efûya Navneteweyî ve hatine piştrastkirin, nîşan didin ku birûskên şewatî li erdê dadikevin û agirên berbelav dest pê dikin, hema bêje bêguman bikaranîna fosfora spî nîşan dide.”

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî jî vîdyoyek û 5 wêneyên teqîna Ayta el-Şeab di 15’ê Cotmehê de piştrast kir û wiha domand: "Ev bi îhtîmaleke mezin nîşan didin ku têkeliyek ji fîşekên fosfora spî û guleyên topan hatine bikaranîn."