Reîsî DYE sûcdar kir, banga ‘agirbestê’ kir

Serokwezîrê Iraqê Şiya Sûdanî ji bo Xezeyê serdana Tehranê kir û Wezîrê Karên Derve yê DYE’yê Antony Blînken jî li Enqereyê di nava têkîliyan de ye.

Piştî hevdîtina ku Serokwezîrê Iraqê Mûhammed Şiya Sûdanî bi Serokkomarê Îranê re kir, daxuyaniyeke çapemeniyê ya hevpar hate dayîn.

REÎSÎ DYE SÛCDAR KIR

Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, DYE sûcdar kir ku Îsraîlê teşwîqî kuştina Fîlîstîniyên li Xezeyê dike. Reîsî car din banga ‘agirbesta lezgîn’ ji bo Xezeyê kir.

Reîsî di daxuyaniya hevpar de, wiha got: “Divê demildest bombebaran werin sekinandin, agirbest were ragihandin û alîkarî ji gelê Xezeyê yê mezlûm û bi rûmet re bê dayin.”

Serokkomarê Îranê got: “Ev sûcên ku li dijî mirovahiyê tên kirin, bi piştgiriya DYE û hin welatên Ewropayê ji aliyê rejîma Siyonîst ve têne kirin û ev qirkirinek e.”

Reîsî diyar kir ku îdîaya ku Emerîkî hewl didin alîkariyê bidin Xezeyê, ne rast e.

BLÎNKEN LI ENQEREYÊ YE

Wezîrê Karên Derve yê DYE’yê Antony Blînken jî di çarçoveya serdana Rojhilata Navîn a ku Îsraîl, Urdun, Şerîaya Rojava, Başûrê Qibrisê û Iraqê dihewîne de, li Enqereyê ye. Blînken li Enqereyê destpêkê bi Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan re hevdîtin kir.