Li Etiyopyayê lehî rabû: 20 kes mirin
Li herêma Somalî ya li rojhilatê Etiyopyayê ji ber barana zêde lehî rabû. Di encamê de 20 kes mirin. Her wiha 12 hezar malbat jî ji cih û warê xwe bûn.
Li herêma Somalî ya li rojhilatê Etiyopyayê ji ber barana zêde lehî rabû. Di encamê de 20 kes mirin. Her wiha 12 hezar malbat jî ji cih û warê xwe bûn.
Di daxuyaniya ofîsa ragihandinê ya dewletê ya herêma Somalî de hate ragihandin ku xisar li pir û rê bû û xwegihandina herêmên ku lehiyê bandor lê kiriye zehmet bûye.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di vê astê de ji ber lehiyê zêdeyî 20 kes mirin, 12 hezar malbat jî ji cih û warê xwe bûn." Hate ragihandin ku ji ber baranê rîska lehiyê hîn jî zêde ye.