Li Nepalê di erdhejê de 157 kes mirin, karê lêgerînê bi dawî bû

Li Nepalê di erdheja bi 5.6 pileyî de ku êvara Înê rû da, herî kêm 157 kesan jiyana xwe ji dest dan. Karê lêgerîn û rizgarkirinê sibeha Yekşemê bi dawî bû.

Erdheja bi 5.6 pileyî êvara Înê bandoreke giran li herêmeke rojavayê Nepalê kir. Di encamê de herî kêm 157 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Paytexta Hindistan Delhî ya Nû jî ku bi 500 kîlometre dûrî cihê erdhejê ye, bi erdhejê hesiya.

Rayedarên Nepalê diyar kirin ku karê lêgerîn û rizgarkirinê sibeha Yekşemê bi dawî bûye.

Piraniya kesên li herêmê sax man, bi şev li derve man. Piraniya xaniyên ji axê hatin çêkirin hilweşiyan an jî ji ber erdhejê zerar dîtin.

Berdevkê polîsên eyaleta Karnalî Gopal Chandra Bhatttaraî got, "Têkiliya me bi hemû herêman re heye û operasyonên rizgarkirinê bi dawî bûne."

Li gorî rayedarên herêma Jajarkotê ku erdhejê bandora herî giran lê kir 105 kes, li herêma Rûkûmê jî 52 kes mirin. Li herêman zêdeyî 100 kes jî birîndar bûn.

Li Nepalê ku li ser xeteke mezin a jeolojîk e, erdhej gelek caran rû didin.

Sala 2015'an di erdheja bi 7.8 pileyî de nêzî 9 hezar kesî jiyana xwe ji dest dabûn, zêdeyî nîv milyon xanî û 8 hezar dibistan xera bûbûn.