Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê hejmara miriyan 9 hezar derbas kir
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku ji destpêka şerê bi Îsraîlê û vir ve li Şerîda Xezeyê 9 hezar û 61 kes hatine kuştin ku 3 hezar û 760 ji wan zarok bûn.
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku ji destpêka şerê bi Îsraîlê û vir ve li Şerîda Xezeyê 9 hezar û 61 kes hatine kuştin ku 3 hezar û 760 ji wan zarok bûn.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ku Şerîda Xezeyê kontrol dike, ji 7'ê Cotmehê û vir ve li Şerîda Xezeyê 9 hezar û 61 kes hatin kuştin ku 3 hezar û 760 ji wan zarok bûn.
Wezaretê diyar kir ku ji kesên hatin kuştin 2 hezar û 326 ji wan jin bûn. Her wiha ragihand ku herî kêm 32 hezar kes jî birîndar bûne.
LI KAMPA CÎBALIYEYÊ NÊZÎ 200 KES HATIN KUŞTIN
Hikumeta Hamasê diyar kir ku rojên Sêşem û Çarşemê Îsraîlê du caran bombardûman li kampa penaberan a Cîbaliyeyê kir û di encamê de 195 kes hatin kuştin.
Servîsa çapemeniyê ya hikumetê got, "Qurbaniyên komkujiyên yekemîn û duyemîn ên li Cîbaliyeyê tevî şehîd û birîndaran di ser hezar kesî re ye." Li gorî hikumetê tevî kesên jiyana xwe ji dest dane her wiha 120 kes jî di binê enqazan de winda ne û 777 kes jî birîndar bûne.
Li kampê 116 hezar penaber hene. Roja Çarşemê bi sedan Fîlîstîniyên birîndar, biyanî ji Şerîda Xezeyê hatin veguhastin.
Li gorî Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, li gorî mezinahiya hilweşînê û kuştina gelek sivîlan, ev bombardûman dibe ku 'sûcê şer' be.
Li eniya Lubnanê jî Hîzbûllahê îdîa kir ku bi şev balafireke bêmirov a Îsraîlê îmha kirine. Lê belê artêşa Îsraîlê îdîa derewand.