MSF: Li Yewnanistanê dersînorkirinên neqanûnî bûye asayî

Rêxistina Bijîşkên Sînornenas (MSF) bertek nîşan da ku li Yewnanistanê bi muameleya xerap dersînorkirina koçberan bûye asayî.

MSF’ê di rapora ku weşand de wiha got: “Tîmên MSF şahidî kirin ku dersînorkirin çiqasî bûye asayî û kesên li Yewnanistanê ewlehiyê digerin çiqas ji parastinê bêpar in.”

MSF’ê got: “Li gel gelek delîlên pêbawer jî rayedarên Yewnan, YE û dewletên endam nekarin hesab kiryarên van biserneketînan bipirsin.”

Di salên dawî de bi deh hezaran koçber bi taybet ji Sûriye, Efxanîstan û Pakîstanê ji sînorên deryayî û bejahî yên bi Tirkiyeyê re derbasî Yewnanîstanê bûne.  

Rayedarên Yewnanistanê her tim ji aliyê medya û rêxistinên sivîl ên mafên mirovan ve tên sûcdarkirin ku koçberan bi awayekî neqanûnî vedigerin deryayên Tirkiyeyê.

Li gorî MSF’ê piraniya 8000 koçberên ku ji wan 1500 zarok in û di du salên dawî de alîkariya bijîşkî ji STK’ê werdigirin, çend caran hatine zivirandin û gelek ji wan dema ku zivirîne dîsa rûbirûyê tundiyê bûne.

MSF’ê her wiha bal kişand ser agahiyên ku koçberan bi darê zorê li keştiya canrizgarkirinê siwar dikin û li ber bi avên Tirkiyeyê ve berdidin.

Li gorî hejmarên fermî, di 9 mehên destpêkê yên sala 2023’an de zêdetirî 29 hezar û 700 koçber û penaber gihiştine Yewnanistanê. Ev hejmar li gorî par du qat zêde bûye.