Îsraîl li Xezeyê bi pêş ve diçe, bangên ji bo agirbestê bêbersiv man

Şerê navbera Îsraîl û Hamasê di roja 30'emîn de ye. Artêşa Îsraîlê ku bangên ji bo agirbestê red dike, li Xezeyê bi pêş ve diçe. Di bombardûmana li ser kampekê de zêdeyî 30 kes mirin.

Bîlançoya şer ku 7'ê Cotmehê bi êrîşa Hamasê ya li Îsraîlê destpê kir, her saetê giran dibe. Bangên ji bo agirbestê jî ji aliyê Îsraîlê ve têne redkirin.

ÊRÎŞA LI SER KAMPA PENABERAN: HERÎ KÊM 30 KES MIRIN

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê, êvara Şemiyê Îsraîlê bombe li kampa penaberan a Maghazî ya li navenda Şerîda Xezeyê barand. Di encamê de 30 kes mirin, zêdeyî 100 kes jî birîndar bûn. Hate ragihandin ku piraniya kesên jiyana xwe ji dest dane zarok û jin in.

Li gorî daxuyaniya dawî ya hikumeta Hamasê, ku roja Şemiyê eşkere kir, ji 7'ê Cotmehê û vir ve 9 hezar û 488 sivîl di êrîşên Îsraîlê de hatine kuştin ku 3 hezar û 900 ji wan zarok in.

1,5 MILYON MIROV JI CIH Û WARÊ XWE BÛN

Li gorî Ofîsa Koordînasyona Karên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) jî li Şerîda Xezeyê nêzî 1,5 milyon mirov ji cih û warê xwe bûne. OCHA'yê got, "şert û mercên giran ên qelebalixiyê, ji bo mirovên ji cih û warê xwe bûne rîska tenduristî û parastinê diafirîne. Her wiha bandoreke giran li tenduristiya derûnî ya mirovan dike."

LI XEZEYÊ ŞER DIQEWIME

Li gorî artêşê, leşkerên Îsraîlê li bakurê Xezeyê operasyona bejahî giran kirine. Hate ragihandin ku hewl didin 'navenda' Hamasê ya li Şerîda Xezeyê tune bikin. Artêşa Îsraîlê diyar kir ku 'bi dehan' milîtanên Hamasê hatine kuştin. Hamasê jî diyar kir ku wan bi topan li konvoyeke leşkerî ya Îsraîlê xistine û kirine ku 'dijmin gelek windahiyan bide'.

DI OPERASYONA BEJAHÎ DE 29 LEŞKERÊN ÎSRAÎLÊ MIRIN

Li gorî artêşê ji 27'ê Cotmehê dema destpêkirina operasyona bejahî ya li Xezeyê û vir ve herî kêm 29 leşkerên Îsraîlê hatine kuştin.

LI LUBNANÊ ÊRÎŞA HEWAYÎ

Hêzên Parastinê yên Îsraîlê (IDF) êvara Şemiyê li ser Telegramê daxuyaniyek da û diyar kir ku weke bersiva li êrîşa li ser dewleta Yahûdî balafirên şer êrîş birin ser "binesaziya leşkerî' ya Hîzbûllahê ya li Lubnanê ku hevalbendê Hamasê ye.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî li Şerîda Xezeyê nêzî 1,5 milyon mirov ji cih û warê xwe bûne.

LI CÎHANÊ ÇALAKIYÊN PROTESTOYÎ DEWAM DIKIN

Roja Şemiyê li çar aliyên cîhanê bi taybetî jî li Ewropa û Îranê bi hezaran kes ji bo piştgiriya bi Fîlîstîniyan re daketin qadan û daxwaza agirbestê kirin. Li Parîsê li gorî polîsan 19 hezar kes bi ala Fîlîstînê û pankarta 'Fîlîstîn a Azad' meşiyan. Li Berlînê jî bi hezaran kes meşiyan.

Li paytexta Îngilistan Londonê jî 30 hezar kes tevlî mîtîngê bûn.

BANGÊN JI BO AGIRBESTÊ

Serokê DYE'yê Jon Biden roja Şemiyê diyar kir ku aramiyeke mirovî ya li Xezeyê pêşketin heye. Antony Blinken ku tê payin roja Yekşemê li Enqereyê be, diyar kir ku Washîngton piştgiriyê dide vê alternatîfê, lê belê DYE teqez li dijî agirbestekê ye ku Hamasê li cihê wê bihêle.