Li Nepalê erd hejiya: Herî kêm 128 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li Nepalê bi pileya 5,6 erd hejiya. Ji ber erdhejê herî kêm 128 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li Nepalê ku welatê Asyaya Başûr e, erd hejiya. Li gorî agahiyên destpêkê, ji ber erdhejê herî kêm 128 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes birîndar bûn. Tê diyarkirin ku dibe hejmara miriyan zêde bibe.

Li gorî ajansa nûçeyan Reûtersê, erdhej şevê din li gorî saeta herêmî 23.47’an de çêbûye û Navenda Sîsmolojiyê ya Navneteweyî ya Nepalê mezinahiya erdhejê weke 6,4 pîva, Navenda Lêkolînê ya Zanista Jeo ya Elmanyayê mezinahiya erdhejê weke 5,7 û Saziya Lêkolînê ya Jeolojîk a DYE’yê jî weke 5,6 pîvaye.

Hat gotin ku baregeha navendî ya erdhejê, gundê Ramîdanda ye.