Sedr ji bo Xezeyê piştgirî ji welatên Ereb xwest
Lîderê Tevgera Sedr a li Iraqê Muqteda es Sedr peyamek ji çar welatên Ereb re şand û ji bo alîgirên wan xwe bigihînin Xezeyê derfetan bidin.
Lîderê Tevgera Sedr a li Iraqê Muqteda es Sedr peyamek ji çar welatên Ereb re şand û ji bo alîgirên wan xwe bigihînin Xezeyê derfetan bidin.
Muqteda es Sedr li ser hesabê X'ê peyamek weşand û bi taybetî bang li çar welatên Ereb kir: "Ev peyam ji bo hikumetên Urdun, Misir, Lubnan û Sûriyeyê ye; vê peyamê dişînim ji bo av, xurek, derman û sotemenî bigihêjin Komara Fîlîstînê."
Di peyama Sedr de hate gotin, "Em hêvîdarin ku birayên me yên Sedrî li ser sînorê Fîlîstînê li welatê we karibin çalakiyên protestoyî û aştiyane lidar bixin, ji miletên Ereb, Îslam û mirovî her kes karibin tevlî bibin."
Sedr diyar kir, ku haya wan hemûyan ji bûyerên li Xezeyê heye, bi fikar û berpirsyar in.