Elmanya ji ber qetlîamên li Tanzanyayê lêborîn xwest

Elmanya ji ber sûcên mêtingeriyê yên ku di sedsala 20’an de li Tanzanyayê hatine kirin, lêborîna fermî xwest.

Serdana Serokkomarê Elmanyayê Tanzanyayê ya naskirinê û III. Qralê Qraliyetî yê Yekbûyî Charles şermezarkirina mêtingeriya li Kenya di heman demê de pêk hatin.

Serokkomarê Elmanyayê Frank-Walter Steinmeier ji qurbaniyên komkujiya Maji-Maji (Maï-Maï) ya li Songea ya Tanzanyayê ya di destpêka sedsala 20’emîn de lêborîn xwest.

Frank-Walter Steinmeier berpirsyariya dîrokî ya Elmanyayê qebûl kir û wiha got: “Bejna xwe li ber qurbaniyên serdestiya mêtingeriya Elmanyayê xwar dikim.” Piştî serhildana Maji-Maji di navbera 1905 û 1907’an de, dîroknas texmîn dikin ku di navbera 200,000 û 300,000 nûnerên Maji-Maji de ji hêla leşkerên mêtinger ên Elman ve hatine qetilkirin.

Steinmeier bi neviyên Serfermandarê Songea Mbano re hevdîtin kir û soz da wan ku ew ê ji bo dîtina serên ku ji bo pêşandanê birin Elmanyayê têkeve nava liv û tevgerê.

Serokomar bal kişand ser zehmetiya tespîtkirina hestiyan û wiha got: “Ez soz didim ku ji bo dîtina wan li Elmanyayê hemû hewlên me çêbibin. Lê ez soz nadim ku em ê biserkevin.”

Serokomarê Elmanyayê biryardariya xwe ya ji bo rûbirûbûna paşeroja tarî ya welatê xwe nîşan da û soz da ku di dibistanan de zêdetir li ser dîroka mêtingeriya Elmanyayê raweste. Steinmeier ev tişt anî ziman: "Li Elmanyayê her kesê ku dîroka mêtingeriya Elman bêtir dizane, divê bibîne ku zilmekî çiqas mezin hatiye kirin."

Di salên dawî de, Elmanya hewldanên xwe yên ji bo bîranîn û rûbirûbûna serdema mêtingeriyê zêde kiriye û pêvajoya vegerandina hestiyên eşîrên Herero û Nama li Namîbyayê daye destpêkirin.

Frank-Walter Steinmeier anî ziman ku divê Elmanya pêvajoya rûbirûbûna vê dîrokê bidomîne û diyar kir ku armanca wî ew e ku serpêhatiyên li Tanzanyayê qewimîne bigihînin Elmanyayê da ku hîn bêhtir mirov hîn bibin.