Rûsyayê fuzeya balîstîk ceriband
Rûsyayê ragihand ku roja Yekşemê fuzeyeke balîstîk a bi serikê nukleerî ku ji parzemînekê digihêje parzemîneke din, ji keştiya binê avê hatiye avêtin û bi rengekî serketî hatiye ceribandin.
Rûsyayê ragihand ku roja Yekşemê fuzeyeke balîstîk a bi serikê nukleerî ku ji parzemînekê digihêje parzemîneke din, ji keştiya binê avê hatiye avêtin û bi rengekî serketî hatiye ceribandin.
Avêtina fuzeya Bûlava ku nêzî saleke cara yekemîn hate ceribandin, demeke kurt piştî betalkirina Peymana Qedexeya li ser Ceribandina Nukleerî ya Berfireh (CTBT) hate kirin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ay Rûsyayê, "Keştiya deryayî ya nukleer a stratejîk a nû Împarator Alexander III, fuzeya balîstîk a Bûlava ya navbera parzemînan, ji Derya Spî bi serketî hate avêtin."
Hate ragihandin ku fuze "di dema plankirî" de li hedefeke ceribandinê ya li nîvgirava Kamçatka ya li rojhilatê Rûsyayê ketiye.
Fuzeya bi 12 metreyî dirêj ku menzîla xwe 8 hezar kîlometre ye, bi deh serikên şer ên nukleerê dikare bê dagirtin. Li gorî artêşa Rûs, keştiya binê avê ya bi asta Boreî Emperor Alexander III bi 16 fuzeyên Bûlava hatine tijîkirin.