Hûsiyên Yemenî li dijî Îsraîlê drone şand
Hûsiyên Yemenî yên serhildêr, da zanîn ku li dijî Îsraîlê wan wesayîtên hewayî yên bêmirov şandine.
Hûsiyên Yemenî yên serhildêr, da zanîn ku li dijî Îsraîlê wan wesayîtên hewayî yên bêmirov şandine.
Li gor nûçeya AFP’ê, Hûsiyên Yemenî yên serhildêr, îdia kiriye ku wan roja Sêşemiyê li dijî şerê Îsraîlê ku bi Hemasê re dike, wesayîtên hewayî şandine.
Serê sibehê artêşa Îsraîlê ragihand ku li herêma Elîatê ku peravê xwe bi Behra Sor re heye, têkildarê ketina nava welat a dijmin dengê sîrenê hatiye wan. Artêşê nîv saet bi şûn de bi daxuyaniyekê diyar kir ku ‘’pergalan wesayîteke hewayî ya ber bi axa wan ve tê tespît kiriye. Lê tu gef û xeterî nîn e.’’
Lîwayên Izedîn el-Qasam ên girêdayê Hemasê jî li ser kenala xwe ya Telegramê bi peyamekê da xuyakirin ku, wan bajarokên Nîrîm û Eyn El Thalitha yên Îsraîlê bi obusên Hawn daye ber bombeyan.
NÊZÎKÊ HEZAR ZAROK WINDA NE
Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Hemasê , eşkere kir ku jig ava şerê bi Îsraîlê re dest pê bûye, nîv jê zarok 8 hezar û 525 kes li Xezeyê hatine kuştin.
Reutersê jî da zanîn ku ji 7’ê Cotmehê ta bi niha 940 zarok li Xezeyê winda ne.
Berdevkê UNICEF’ê got ku ji ber bêaviyê zarok li Xezeyê pir dimirin û ava wan pir hindik maye.