RSF’ê ji bo rojnamevanên ku di şerê Îsraîl-Hamasê de hatine kuştin, serî li ÛCM’ê da

Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF) ku navenda wê li Parîsê ye, ji bo rojnamevanên ku di şerê Îsraîl-Hamasê de hatine kuştin, serî li Dadgeha Cezayê Navneteweyî (ÛCM) da.

RSF’ê roja Çarşemê daxuyanî da û têkildarî sûcên ku di şerê Îsraîl-Hamasê de li hemberî rojnamevanan hatiye kirin, serî li ÛCM’ê da û gilî kir.

RSF’ê got: “Me 31’ê Cotmeha 2023’an ji ber sûcên şer serî li dozgeriya ÛCM’ê da û gilî kir. Di gilînameyê de bi berfirehî qala rewşa 7 rojnamevanên ku ji 7’ê Cotmehê ve hatine kuştin û du rojnamevanên ku di dema wezîfeyê de birîndar bûne, tê kirin.”

Di bombebaranên Îsraîlê yên li ser herêmên sivîl ên li Xezeyê de 8 rojnamevanên Fîlîstînî hatin kuştin û 7’ê Cotmehê dema ku rojnamevanek Îsraîlî êrîşa Hamasê ya li ser Îsraîlê kir nûçe, hat kuştin. Gilîname têkildarî van rojnamevanên ku hatine kuştin e.

Di serlêdanê de ev tişt jî tê destnîşankirin: “Li Xezeyê zêdeyî 50 avahiyên medyayê hatine tahrîbkirin.”

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Divê dozgeriya ÛCM’ê têkildarî sûcên ku li Xezeyê li hemberî rojnamevanan tê kirin, lêpirsînekê bi rêve bibe. Em ji 2018’an ve têkildarî vê yekê bang dikin. Bûyerên trajîk ên qewimîne, nîşa dikin ku ev bang çiqasî lezgîn e.”

Li gorî RSF’ê ji dema ku şerê di navbera Îsraîl û Hamasê destpê kirî û vir ve, 34 rojnamevan hatine kuştin û 12 ji van dema ku li ser wezîfeya xwe bûn, hatine kuştin (10 li Xezeyê, yek li Îsraîlê û yek jî li Lubnanê).

Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) ku navenda wê DYE ye, roja Duşemê daxuyaniyek dabû û ragihandibû ku ji 7’ê Cotmehê û vir ve herî kêm 31 rojnamevan hatine kuştin ku 26 ji wan Fîlîstînî, 4 Îsraîlî û yek jî Lubnanî ye.