Îsraîlê bombe li 450 'hedef'an barand, saziyên NY'yê daxwaza agirbesta mirovî kirin

Artêşa Îsraîlê ragihand ku di nava 24 saetên dawî de li Şerîda Xezeyê bombe li 450 'hedef'an barandiye. 18 saziyên Neteweyên Yekbûyî (NY) jî gotin 'êdî bes e' û ji bo agirbesteke lezgîn a mirovî bang kirin.

Artêşa Îsraîlê (IDF) li ser Telegramê daxuyaniyek da û got, "Hêzên IDF'ê di nava 24 saetên dawî de qereqoleke Hamasê xistin bin kontrola xwe, li 450 hedefên hewayî xistin û bi hevkariya Shin Betê fermandarên rêxistina terorê ji holê rakirin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di nava fermandarên Hamasê de yên hatin kuştin 'şefê ewlekariyê yê taybet' Cemal Mûsa jî heye.

HAMAS: DI ÊRÎŞÊN BI ŞEV DE HERÎ KÊM 200 KES MIRIN

Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê jî diyar kir ku Îsraîlê bi şev bombardûmaneke giran li Xezeyê kir û di encamê de herî kêm 200 kes hatin kuştin.

Di peyama wezaretê de hate gotin, "Di komkujiyên bi şev de zêdeyî 200 kes şehîd bûn" û diyar kir ku ev hejmar tenê ya li bajarê Xeze û bakurê Şerîda Xezeyê ye.

BANGA 'BAKURÊ XEZEYÊ BITERIKÎNIN'

Berdevkê artêşa Îsraîlê Jonathan Conricus roja Duşemê bi daxuyahniyekê bang li sivîlan kir ku bakurê Xezeyê biterikînin ku bi Hamasê re di nava şerekî giran de ne.

Conricus got, "Bi vî rengî em ê karibin Hamasê keleh bi keleh, tabûr bi tabûr ji Şerîda Xezeyê biavêjin û bigihêjin armanca xwe."

LI QÛDSÊ ÊRÎŞA BI KÊRÊ

Li gorî daxuyaniya polîsê Îsraîlê ya serê sibehê li rojhilatê Qûdsê di êrîşeke bi kêrê de leşkerekî Îsraîlê bi giranî birîndar bû. Êrîşkar jî hate kuştin.

SAZIYÊN NETEWEYÊN YEKBÛYÎ: ÊDÎ BES E

Serokên saziyên sereke yên Neteweyên Yekbûyî (NY) jî bi daxuyaniyeke hevpar ku kêm caran dike, hêrsa xwe ya li hemberî kuştina sivîlan a li Xezeyê anîn ziman. Serokên rêxistinan têkildarî şerê navbera Îsraîl û Hamasê de ji bo 'agirbesta mirovî ya lezgîn' bang kirin.

Serokên saziyên NY'yê gotin, "Nêzî meheke cîhan li pêşberî rewşa li Îsraîlê û Xaka Fîlîstînê ya di bin dagirkeriyê de ne, li pêşberî hejmara mirovên jiyana xwe ji dest dan, şoq bûye û bi rengekî matmayî dişopîne."

Serokên 18 saziyan ku UNICEF, Bernameya Xurekê ya Cîhanê û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê jî di nav de ne, xemgîniya xwe ya ji ber zêdebûna hejmara miriyan a di şerê navbera Hamas û Îsraîlê de, anîn ziman.

Serokên 18 saziyan gotin, "Pêwîstiya me bi agirbesteke lezgîn heye. Bû sih roj. Êdî bes e. Divê dawî li vê yekê bê anîn."