Blinken: Yekane rêya ewlekariya Îsraîlê dewleta Filistînê ye

Wezîrê Derve yê Emerîkayê Antony Blinken di serdana xwe ya bo Îsraîlê de got ku tekane rêya misogerkirina ewlehiya Îsraîlê avakirina dewleta Filistînê ye.

Antony Blinken bi gelek rayedarên Îsraîlê re hevdîtin pêk anî. Piştî hevdîtina Wezîrê Karên Derve yê Emerîkayê Antony Blinken û Benjamin Netanyahu, ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê ragihand ku “têketina sotemeniyê bo Xezeyê nehatiye pejirandin.”

Di hevdîtina bi Serokkomarê Îsraîlê Îshaq Herzog a li Tel Avîvê got: “Pir girîng e ku ji bo parastina sivîlên li Xezeyê yên ku di bin gulebarana Hamasê de ne, her tiştê ku ji destê me tê em ê bikin.”

Antony Blinken wiha axivî: "Em jî di her kêliyê de li ser rehîneyên xwe difikirin û bi biryar in ku ji bo ku wan bi ewle vegerînin vir her tiştî bikin."

Wezîrê Parastinê Yoav Gallant bersiva Blinken da û wiha got: “Bêyî vegerandina rehîneyan di pevçûnan de agirbest çênabe."

Blinken piştî hevdîtinan di civîneke çapemeniyê de axivî û got ku "yekane rê" ji bo ewlekariya Îsraîlê avakirina dewleta Filistînê ye.

Blinken got: "Rêya herî baş, dibe ku tenê rê, ji bo herdu gelan du dewlet in."

Blinken anî ziman ku dema şerê di navbera Îsraîl û Hamasê de dikeve roja xwe ya 28’emîn û got ku “Ji bo dabînkirina ewlehiya mayînde ya Îsraîlê ev tekane rê ye” ji bo Filistînê jî got: “Tenê rê ew e ku Filistîniî ji bo dewletê daxwaza xwe ya rewa bînin ziman.”

Blinken diyar kir ku wî bi Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu re jî li ser îhtimala "rawestana însanî" gotûbêj kiriye û wiha got: "Em bawer dikin ku ev hemû hewldan dê bi rawestin û rêkkeftinên însanî yên ku dê ewlehiya sivîlan zêde bike û bi awayekî domdarî belavkirina alîkariyên mirovî berdewam bikin.” Blinken destnîşan kir ku ew ê tu carî Îsraîlê bi tenê nehêlin.