Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Îsrael Katz, ragihand ku fermandarê Hêza Qudsê ya Îranê Saîd Îzadî ku girêdayî baskê derveyî welêt ê Pasdarên Şoreşa Îranê ye, di êrîşeke li ser avahiyekê li bajarê Kumê de hatiye kuştin. Tê îdiakirin ku Saîd Îzadî êrîşên Hamasê yên 7’ê Cotmeha 2023’yan fînanse kiriye. Medyaya Îranê ragihand ku di êrîşê de ciwanekî 16 salî hatiye kuştin û du kes jî birîndar bûne.
'YEK JI NAVÊN NASKIRÎ YÊ HÊZA QUDSÊ HATE KUŞTIN’
Hêza Hewayî ya Îsraîlê, ragihand ku fermandarê Yekîneya Veguhestina Çekan a Hêza Qudsê Behnam Şehriyarî, di êrîşeke li rojavayê Îranê de hatiye kuştin. Hat ragihandin ku Şehriyarî ji bo Hîzbûllah, Hamas û Hûsiyan berpirsiyarê veguhestina çekan bû.
WEZARETA TENDURISTIYÊ YA ÎRANÊ: 430 KES HATIN KUŞTIN Û 3500 KES JÎ BIRÎNDAR BÛNE
Wezareta Tenduristiyê ya Îranê, ragihand ku di êrîşên ku ji 13’yê Hezîranê ve berdewam dikin de herî kêm 430 kes hatine kuştin û 3500 kes jî birîndar bûne. Karbidestên Îsraîlî jî ragihandin ku di êrîşên fûzeyî yên Îranê de 24 sivîl hatine kuştin.
'DIVÊ RAFAEL GROSSI BERDÊL BIDE’
Di demekê de ku nîqaşên li ser hilberandina çekên nukleerî yên Îranê berdewam dikin, Elî Larîcanî ku şêwirmendê Elî Xamaneyî ye, Serokê Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî Rafael Grossî bi wê yekê tawanbar kir ku li gorî gotinên Îsraîlê tevdigere û got, "Divê ew berdêl bide."n