CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Qraliyeta Yekgirtî hişyariyên lehiyê: Ji ber bahozê rê hatin girtin
Qraliyeta Yekgirtî piştî Bahoza Henk, rû bi rûyê bahozeke din a tund e. -
Di erdheja li Japonyayê de, 62 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdeyî 300 kes birîndar bûn
Li navenda Japonyayê roja Duşemê erd hejiya. Li gorî bîlançoya nû 62 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdeyî 300 kes birîndar bûn. -
Îsraîlê li Beyrûdê ofîsa HAMAS’ê bombebaran kir
Hat ragihandin ku balafira bêmirov a bi çek a Îsraîlê, li paytexta Beyrûdê Libnanê ofîsa tê îdia kirin ku aîdî HAMAS’ê ye bombebaran kir. -
Îranê neh kesên din îdam kir
Hat ragihandin ku li Îranê neh kesên din ên ku bi sûcdariya bazirganiya tiryakê hatibûn mehkûmkirin hatin îdamkirin. -
Îsraîl li Sûriyeyê êrîşên hewayî yên nû pêk anî
Hat ragihandin ku Îsraîlê li nêzî paytexta Sûriyeyê Şamê êrîşên hewayî pêk anî. -
Li Japonyayê agir bi pîsta balafira rêwiyan ket, 5 kes winda ne
Li Japonyayê roja Sêşemê balafirek a rêwiyan li balafirgeha Tokya-Hanedayê li balafirek din qelibî û agir bi pîsta balafirê ket. Li gorî televizyona dewletê ya Japonyayê, 379 kes ji balafirê hatine tehliye kirin û 5 kes jî winda ne. -
Li Xezeyê bi hezaran xwendekaran jiyana xwe ji dest dan
Hat ragihandin ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê de, di nava 88 rojan de zêdeyî 22 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan ku zêdeyî 4 hezar ji wan xwendekar in. -
Li Japonyayê 155 erdhej çêbûn: 48 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Japonyayê rojên Duşem û Sêşemê 155 erdhej çêbûn û di encama van erdhejan de 48 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Îranê di nava salekî de 823 kes hatin îdamkirin
Li Îranê di nava salekî de 823 kes hatin îdamkirin. 333 kolber û 121 jin hatin qetilkirin. -
Şerê Ûkraynayê: Kîev û Harkîv ji aliyê Rûsyayê ve hat bombekirin
Li paytexta Ûkraynayê Kîevê û li Harkîv a li bakur rojhilatê Ûkraynayê teqînên dijwar pêk hatin. -
Di êrîşên li Burkîna Faso’yê de bi dehan kes mirin
Hate ragihandin ku, di êrîşên hefteya dawî yên li bakurê Burkîna Faso’yê de bi dehan leşker û sivîl mirin. -
Kîm Jong Un gef li Koreya Başûr û DYE'yê xwar
Li gorî ajansa Koreya Bakur KCNA’yê Kîm Jong Un gef li Koreya Başûr û DYE’yê xwar û gotiye ku ger Koreya Başûr û DYE şer bidin destpêkirin, ew ê van her du dewletan tune bike. -
Li Siûdî Erebistanê di sala 2023’an de 170 kes hatin îdamkirin
Siûdî Erebistan di sala 2023’an de herî kêm 170 kes îdam kirin. Sala beriya wê 147 kes hatibûn îdamkirin. -
Li Japonyayê erd hejiya
Li Japonyayê erdhejên xurt pêk hatin. Piştî hişyariyên tsunamiyê, pêlên ewil gihîştin qeraxê. Rayedaran hişyariya tsunamîyê kir û ji welatiyan xwestin ku derbasî deverên bilind bibin. -
Îran bi îdamê dest bi sala nû kir
Dadgeha Îranê ragihand ku 5 kesên ku ji ber dizîkirinê hikûm xwaribûn, hatin îdamkirin. -
Li Arjantînê greva giştî: Bertekên li dijî bernameya ultra-lîberal a serokê nû zêde dibin
Navenda sereke ya sendîkaya Arjantînê li dijî biryar û pêşnûmeyên serokê nû Javier Milei banga protestoyê li ber parlamentoyê kir. Li dijî bernameya reforma ultra-lîberal a Milei li seranserê Arjantînê pêla grevan bilind dibe. -
DYE’yê sê keştiyên Hûsiyan noqî avê kir
DYE’yê ragihand ku helîkopterên wan sê keştiyên ayîdê Hûsiyên Yemenî noqî avê kirine. -
Bûlgarîstan û Romanya wê tevlî herêma Schengenê bibin
Her du welatên Balkanan Bûlgarîstan û Romanya wê di dawiya meha Adarê de tevlî herêma Schengen bibin. Bi vî rengî wê sînorên deryayî û hewayî yên bi her du welatan re ji holê bên rakirin. Rakirina kontrolên li ser sînorên bejahî jî hate taloqkirin. -
Li Sûriyeyê di êrîşên Îsraîlê de 23 milîsên alîgirên Îranê hatin kuştin
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li rojhilatê Sûriyeyê di êrîşa Îsraîlê de 23 milîsên Îranê hatin kuştin û di êrîşên cuda yên li nêzî Helebê de jî 4 kes mirin. -
Fransa wê îmamên ku ji Tirkiyeyê bên şandin, qebûl neke
Li gorî daxuyaniya Emmanûel Macrod, Fransa wê ji destpêka sala 2024’an û şûn de, wê îmamên ku ji Tirkiye û welatên din tên şandin, qebûl neke. -
Efrîqaya Başûr li dijî Îsraîlê doza qirkirinê vekir
Êrîşên Îsraîlê yên li ser Xeze, Şerîaya Rojava û başûrê Lubnanê di roja 85’an de didomin. Efrîqaya Başûr li dijî Îsraîlê doza qirkirinê vekir. -
Li Şerîda Xezeyê hejmara miriyan bû 21 hezar û 507 kes
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê da xuyakirin ku ji 7’ê Cotmehê û vir ve di encama operasyonên leşkerî yên Îsraîlê yên li ser Şerîda Xezeyê de 21 hezar û 507 kes mirin e. -
Hamas: Li Şerîda Xezeyê hejmara miriyan bû 21 hezar û 320 kes
Li gorî bîlançoya nû ya Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ya derbarê şerê li Xezeyê ya 83 rojan de, ji 7’ê Cotmehê û vir ve hejmara miriyan bû 21 hezar û 320 kes. -
Neteweyên Yekbûyî bang li Îsraîlê kir ku dawî li 'kuştinên neqanûnî' yên li Şerîeya Rojava bîne
Neteweyên Yekbûyî bang li Îsraîlê kir ku dawî li kuştinên neqanûnî yên li Şerîeya Rojava ya dagirkirî bîne. -
Têgeheke nû ya têkildarî bîlançoya şerê Xezeyê: Domîcîde
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê da zanîn ku hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê de yên li Şerîda Xezeyê ji 21 hezar û 100’î derbas bûye.