Fransa wê îmamên ku ji Tirkiyeyê bên şandin, qebûl neke

Li gorî daxuyaniya Emmanûel Macrod, Fransa wê ji destpêka sala 2024’an û şûn de, wê îmamên ku ji Tirkiye û welatên din tên şandin, qebûl neke.

Fransayê ragihand ku wê ji 1’ê Çileya 2024’an û şûn de 300 îmamên ku ji welatên mîna Tirkiye, Cezayîr û Fas’ê tên şandin qebûl neke. Serokkomarê Fransayê diyar kiribû ku wê dawî li qebûlkirina van îmaman bîne û wê hejmara îmamên ku li Fransayê tên perwerdekirin, zêde bike.

LI ELMANYAYÊ JÎ EV BIRYAR HATIBÛ RAGIHANDIN

Wezareta Karên Hundir a Elmanyayê jî 14’ê Kanûnê daxuyanî dabû û diyar kiribû ku Elmanya ji bo teşwîqkirina enteqrasyonê, hewl dide bi xwe oldarên xwe yên Misilman perwerde bike.

Elmanyayê ragihanbû ku wê bernameya perwerdeyê ya ku îmamên Tirk dişîne mizgeftên Elman, wê ji holê rake.

https://anfkurdi.com/cihan/elmanya-we-edi-imamen-ku-ji-tirkiyeye-ten-sandin-qebul-neke-177037